Polonya 40 hezar leşkeran dişîne ser sînorê xwe û Belarûsê
Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Wezîrê Parastina Neteweyî yê Polonyayê Cezary Tomczyk ragihand ku di rojên pêşiya me de dê hejmara leşkerên li ser sînorê rojhilatê welêt ji 10 hezaran bibe 40 hezar.
Ev pêngav wekî bersiveke ji bo rahênanên leşkerî yên Zapadê yên Rûsya û Belarûsê ye ku dê 12ê Îlonê li Belarûsê dest pê bikin.
Cezary Tomczyk êvara Çarşemê ji kanala televîzyonê Polsat News re got:
"Polonya bi mehan e ji bo rahênanên Zapad-2025 amadehiyê dike. Artêşa Polonyayê rahênan pêk anîn ku zêdetirî 30 hezar leşkerî beşdarî wan bûn."
“Dê nêzîkî 40 hezar leşkerên me li ser sînor hebin”
Tomczyk diyar kir ku ew rahênanên Rûsya û Belarûsê bi rengê “êrişkar”iyê dibînin û wiha pê de çû:
"Pêwîstî bi leşkerên Polonyayî û NATOyê heye da ku bi awayekî guncav bersivê bidin Zapad-2025ê.
Şerê li Ukraynayê ji wir dest pê kir. Ji ber vê yekê, artêşa Polonyayê ji bo vê yekê amadehî kiriye. Di rojên pêşiya me de, dê nêzîkî 40 hezar leşkerên me li ser sînor hebin."
Tomczyk her wiha anî zimên ku binpêkirina sînorê asmanî ya ji aliyê dronên Rûsyayê ve bi rahênanên leşkerî yên Zapad-2025ê ve girêdayî bû.
Şeva sêşemê 19 dron ketin nav sînorên asmanên Polonyayê û yên ku “gef çêdikirin” hatin xistin.
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê û Wezareta Parastinê ya Rûsyayê red kir ku dronên li Polonyayê hatine xistin ên artêşa Rûsyayê ne.
Belarûsê jî diyar kir ku wan Polonya û Lîtvanya derbarê dronên ku "rêya xwe winda kiriye" agahdar kirine.
Di vê navberê de, Ukraynayê soz da ku alîkariya Polonyayê bike da ku sîstema xwe ya hişyariyê baştir bike û Yekîtiya Ewropayê jî “binpêkirina sînorê asmanî yê Polonyayê” şermezar kir.
"Ev aloziyeke cidî”
Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallasê li ser navê 27 welatên endam daxuyaniyek belav kir û got:
"Ev aloziyeke cidî ya kiryarên Rûsyayê ye, kiryareke êrişkar û bêperwa ye ku gefê li ewlehiya welatiyên Yekîtiya Ewropayê, aramiya herêmê û aştiya navneteweyî dixwe."