Heyveke destkird ji bo çavdêriya pileya okyanosan bo esman tê şandin
Hewlêr (Rûdaw) - Meha bê li eyaleta Kalîfornya ya Amerîkayê keştiyeke esmanî bo esmên tê rêkirin, ku wê keştiyê satelîtek li xwe girtiye daku çavdêriya goga zevî û okyanûsan bike.
Biryar e keştiya esmanî ku ji aliyê welatên ewropî ve hatiye çêkirin, bi awayekî herî hûr û rast pileya okyanosan bipîve.
Satelîta ku li ser wê keştiya esmanî hatiye danîn, bi şandina pileya rast a okyanûsan alîkariya zanayan dike ku çawa guherînên seqayê bandor li ser jîngeha me kiriye.
Maldîv welatê biçûk di Okyanûsa Hindî de, ji çend giravên biçûk pêk tê. Lê piraniya van giravan, dûriyeke wan a kêm ji nizmtirîn pileya okyanosê heye. Ev wisa dike rojekê ji rojan bikevin bin avê û ev welat êdî nemîne.
Bilindbûna ava okyanûsan bi sedema helîna berf û qeşayên cemserê bakur çêbûn û rasterast germbûn û zêdebûna pileyên germê hokarên vê diyardeyê ne.
Bi nêrîna zanayan, bilindbûneke pir kêm a pileya germa erdê dibe hokara lehî û herifîna erdê.
Sala borî, keştiya esmanî ya Sentinel-6 li Almanyayê bi awayekî serkeftî hate ceribandin û paşê bo Amerîkayê hate veguhastin.
Derbarê mijarê de Rêveberê Projeya Sentinel-6 Pierrik Vuilleumier dibêje: “Bilindbûna pileyên germê sedema sereke ya bilindbûna asta okyanûsan e. Lewma pir giring e em asta okyanûsan bipîvin. Sedemeke din jî germbûna ava okyanosan e. Ango ev herdu hokar hene ku projeya Sentinel-6 pir giring dikin.”
Çend rêxistin û ajansên zanistî di vê prjeyê de beşdar in. Ajansa Esmanî ya Ewropayê ku wek “ESA” tê naskirin, Ajansa Esmanî ya Amerîka NASA, herwiha kargera okyanûs û keşa erdê ya Amerîka beşdarên sereke yên projeyê ne.
Rêvebera Zanista Zeviyê ya ser bi Ajansa NASAyê Sandra Kaufmann jî got: “Pir giring e em bi hev re kar bikin ji bo komkirina asta okyanosan. Ev ew proje ye ku em ji sala 1992an ve mijûlî wê ne. Ev proje alîkariya me dike ku em bizanin arasteya pileya germa okyanosan çawa diguhere. Herwiha dibe hokar ku em bizanin salên bê heya çi astê ava okyanûsan pir dibe û pileya ava okyanûsan heya çi astê bilind dibe.”
Heyva destkird a gemiya esmanî bi navê Rêveberê Beşê Zeviyê li Ajansa NASA Michael Freilich hatiye binavkirin.
Ew gemiya esmanî di nava 5 sal û nîvan de armanca xwe ya sereke cîbicî dike û agahiyên girêdayî okyanosan berhev dike.
Biryar e heyveke destkird a din wek heyva destkird a Michael Freilich sala 2025an bo esman bê şandin û bo dema 10 salan zanyariyên bêtir li ser okaynosan kom bike.