Hewlêr (Rûdaw)- Wek diyare hemû kes bi mobaylan wêneyan dikişîne ji wan jî serkirdeyên mezin ên cîhanê ku di demên ne guncayî de wek merasîma şîniya serokê berê yê Afrîkaya Başûr Neslon Mandela, wêneyên xwe bi mobayl dikişînin.
Ajansa AFP, duh wêneyeke Serokê Amerîka Barack Obama û Serowkezîrê Berîtanya David Cameron belav kiriye di dema ku wêneyeke taybet bi mobaylekî digel jineke pirç zer ku dibe Serokwezîra Daîmarkê be, dikişandin.
Nediyare bê ew mobayl a kê ji wan e, lê berî niha Obama gotibû ku ew mobayla iphone ji ber sedemên ewlekariyê bikar nayîne.
Obama û Cameron di wêneyê de dikenin û di navbera wan de jineke pirç zer heye ku AFP navê wê negotiye lê ew ghelek dişibihe Serokwezîra Danîmarkê.
Dema ku her sê kes wêneyên dikişînin, hevjîna Obama, Michelle Obama merasîmên şîniya Mandela dişopîne û xebmar diyar e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse