Almanya 100 leşkerên din dişîne Kurdistanê

 

Düsseldorf (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier û Wezîra Parastinê ya Almanyayê Ursula von der Leyen îro li Berlînê li hev civiyan û li hev kirin ku 100 leşkerên din yên alman ji bo piştgiriya pêşmergeyan di şerê li dijî Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) de bişînin Başûrê Kurdistanê.

 

Lê wan li hev kir ku ji bo şandina van 100 leşkeran divê Parlemena Almanyayê jî vê yekê erê bike. Tê çaverêkirin ku hefteya bê Hikûmeta Almanyayê şandina 100 leşkeran ji bo perwerdeya pêşmergeyan bipejirîne û piştî wê jî ev biryara hikûmetê pêşkeşî dengdana li parlemenê bê kirin.

 

Eger Parlemena Almanyayê vê biryara hikûmetê qebûl bike, dibe ku beriya dawiya salê an jî destpêka sala nû ew 100 leşker berê xwe bidin Başûrê Kurdistanê.

 

Ji bilî perwerdeya li ser çekên ku Almanyayê ji bo pêşmegeyan şandî, bi taybetî di warê perwerdeya bêbandorkirin û pakkirina zevî û gundan ji mayînên ku DAIŞê çandine, wê pêşmerge ji aliyê wan100 leşkerên alman ve bên perwerdekirin.

 

Babeta erêkirina şandina wan 100 leşkerên alman girêdayî çarçoveyeke qanûnî ye jî. Di biryareke sala 1994ê ya Dadgeha Makezagonê ya Almanyayê de hatiye diyarkirin ku şandina leşkerên Almanyayê bo derve bi wî şertî yasayî ye, ku di çarçoveya “sîstemên ewlekariya hevpar“ de pêk werin, ango tê xwestin ku di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî an jî NATOyê de bin.

Lê şerê li hemberî DAIŞê li Iraq û Sûriyê heta niha jî ne di bin sîwana biryareke Neteweyên Yekbûyî an jî NATOyê de tê meşandin.

Niha 18 leşkerên Almanyayê li Başûrê Kurdistanê pêşmergeyan perwerde dikin, herwiha beriya çend hefteyan hejmarek pêşmergeyan ji bo perwerdeyê hatibûn Almanyayê.