Şerê Tayland û Kamboçyayê gur dibe: 500 hezar kesî koç kiriye
Hewlêr (Rûdaw) - Di navbera Tayland û Kamboçyayê de tevî peymana agirbestê şer û pevçûnan dîsa dest pê kir.
Hat ragihandin ku ji ber şer zêdetirî 500 hezar kes ji cihê xwe hatine veguhestin.
Wezaretên parastinê yên Tayland û Kamboçyayê derbarê kesên ku piştî destpêkirina şer ji cihên xwe bûne daxuyanî da.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Taylandê Surasant Kongsiri diyar kir ku li Taylandê ji herêmên şer nêzîkî 400 hezar kes hatine veguhestin û nêzîkî 700 dibistanan hatine girtin.
Wezareta Parastinê ya Kamboçyayê jî eşkere kir ku li welêt zêdetirî 127 hezar kes hatine veguhestin û bi sedan dibistan hatine girtin.
Hevdû tohmetbar dikin
Tayland û Kamboçya, tevî ku agirbest heye jî ji ber zêdebûna aloziya li ser sînor hevdû bi destpêkirina şer tohmetbar dikin.
Berdevkê Artêşa Taylandê Winthai Suvaree ragihand ku ji Kamboçyayê gule ber bi "hedefên leşkerî û sivîl" ve hatine berdan û artêşê jî bi êrişên asmanî bersiv daye.
Suvaree got ku di şer de leşkerekî Taylandî hatiye û 8 leşker jî birîndar bûne.
Wezîrê Ragihandinê yê Kamboçyayê Neth Pheaktra jî diyar kir ku di şer de 4 sivîlên Kamboçyayî hatine kuştin û 9 kes jî birîndar bûne.
Şerê ku tevî agirbestê 8ê Kanûna Pêşîn dîsa dest pê kir li ser sînor belav dibe.
Heta niha 7 ji wan Taylandî, 7 jê Kamboçyayî bi giştî 14 kesan canê xwe ji dest daye.
Hêza leşkerî ya her du welatan
TAYLAND:
Nifûs: 71 milyon
Budceya Parastinê: 7 milyar dolar
Rêzbenda Cîhanî: 24
Leşker: 361 hezar
Balafir: 250
Tank: 700
Keştiyên Leşkerî: 80
KAMBOÇYA:
Nifûs: 17 milyon
Budceya Parastinê: 1,3 milyar dolar
Rêzbenda Cîhanî: 100
Leşker: 125 hezar
Balafir: 10
Tank: 200
Keştiyên Leşkerî: 20