NORWEC - Piştî 22 salan biryara dersînorkirina Kurdekî hat dayîn
Hewlêr (Rûdaw) - Daîreya Koçberan a Norwecê ji ber "dayîna agahiyên şaş" ên derbarê temenê wî de, biryara dersînorkirina Kurdekî da ku 22 sal in li wir dijî.
Arî Omer Mihemedê 50 salî 22 sal in li Norwecê dijî, zewicî ye û bavê sê keçan e.
Ji ber "dayîna agahiyên şaş ên derbarê temenê xwe de" biryara dersînorkirina wî ji Norwecê hatiye dayîn û vê yekê malbata wî tûşî şokê kiriye.
Îsal havînê û bi taybetî di roja jidayîkbûna xwe de, Arî hat agahdarkirin ku Daîreya Koçberan a Norwecê biryar daye wî 2 salan ji Norwec û tevahiya herêma Schengenê derxin.
Ev biryar piştî wê yekê hat dayîn ku hemû destûrên wî yên manê, çi demkî û çi hertimî, hatin betalkirin.
Arî got, "Di meha kanûna pêşîn de biryar derket û ez hatim agahdarkirin ku destûra mana min hatiye betalkirin.
Eger em îtirazê li biryarê nekin, divê ez di nava sê hefteyan de welêt biterikînim."
Li gorî biryara Daîreya Koçberan, sedem ew e ku dema sala 2003yan çûye Norwecê zanyariyên şaş derbarê nasnameya xwe de dane.
Ji bo Arî, ev ne tenê biryarek e, lê derbek e li wê jiyanê ku wî bi baweriya xwe li ser bingeha rastî, kar û berpirsyariya li hemberî sê keçên xwe ava kiriye.
Pirsgirêk li ser nasnameyê ye
Medyaya Norwecê belav kir ku daîreyê betalkirina mafê manê û dersînorkirin bi wê yekê hincet nîşan daye ku Arî nasnameya şaş daye wan, di nav de sala jidayîkbûnê, cihê jidayîkbûnê û paşxana xwe bi şaşî daye dema çûye Norwecê.
Arî çend salan nasnameyeke Îraqî bi kar aniye ku paşê ji aliyê Navenda Niştimanî ya Nasnameyê ya Norwecê ve wekî "belgeya sexte" hatiye nirxandin.
Wî welatiyê Kurd sala 2003yan gotibû ku ew sala 1981ê ji dayîk bûye lê paşê derketiye holê ku sala 1975an ji dayîk bûye.
Arî diyar kir ku divê ev rewş di çarçoveya wê demê de were nirxandin û got:
"Sala jidayîkbûna gelek Kurdên ku ji Îraqê hatine şaş e, çimkî berê li Îraqê tiştek bi awayekî rast nedihat tomarkirin.
Bi demê re min rastî zanî û sala 2018an min belgeyeke nû bi dest xist ku nasnameya min a rast nîşan dide lê feyde nekir."
Daîreya Koçê ya Norwecê di wê baweriyê de ye ku zanyariyên şaş ew qas zêde û demdirêj bûne ku "bandorê li wan tedbîrên kontrolkirinê dike ku Yasaya Koçberiyê dixwaze biparêze" û divê Arî wekî kesekî were dîtin ku "bi salan û di gelek serlêdanan de" nasnameya şaş pêşkêş kiriye.
Ber yasaya efûyê neket
Parlamentoya Norwecê sala 2016an bernameyeke zelalkirina nasnameyê ji bo wan Îraqiyên ku beriya 31ê Kanûna Pêşîn a 2010an mafê manê wergirtibûn pesend kir.
Ev cureyekî efûyê bû ku nêzîkî 600 kesî jê sûd wergirt.
Arî got, "Min sala 2011an mafê manê wergirt, loma ez ber lêborîn neketim.
Bi ya min ev neheqî ye dema ku min sala 2018an nasnameya xwe bi karta nasnameya nû ya ji Îraqê îspat kir."
Daîreya Norwecî di biryara xwe de dinivîse ku mercên beşdarbûna bernameyê li Arî nedihatin û ji ber vê yekê divê dosye "bi awayekî asayî" were meşandin.
Metirsî li ser malbatê
Arî temenê xwe yê ciwaniyê li Norwecê derbas kiriye, malbat ava kiriye û xwediyê dikaneke xwarina bilez e.
Ew dibêje, "Piştî 22 salên li Norwecê, ev pir ji nişka ve hat. Sê zarokên min hene ku pir pişta xwe bi min girê didin.
Hemû jiyana min, xwaringeha min, zarokên min û malbata min li vir in. Ev karesat e."
Daîreya Koçê qebûl dike ku dersînorkirin dê bibe sedema cudabûna demkî ya malbatê lê îdia dikin ku zarok dikarin bi rêya înternetê pêwendiyê bi bavê xwe re deynin yan jî li Îraqê serdana bavê xwe bikin.
Hevjîna Arî, Sazan Omer Ehmedê got, "Ev pir dilêş e. Ez bi tenê nikarim hay ji zarokan hebim.
Ez naxebitim çimkî nexweş im. Her sê jî pir girêdayî bavê xwe ne, ev pir neadîlane ye."
‘Bêyî bavê xwe nikarim bijîm’
Keçên Arî behsa bandorên derûnî yên biryarê dikin.
Baneya 15 salî dibêje, "Ez bêyî bavê xwe nikarim bijîm. Ez pir xemgîn im û her roj li ser vê yekê difikirim.
Min pir êş kişandin û li dibistanê gelek caran amade nebûm. Ez di bin çareseriyê de me."
Her wiha Laneya keça mezin a malbatê ku 18 salî ye, dibêje biryarê tirseke mezin li cem wê çêkiriye û nexweşxaneyê jî bandora biryarê ya li ser derûniya wê piştrast kiriye.
Laneyê got, "Rewş qet ne baş e. Bêyî bavê xwe nikarim bijîm."
Dilgiraniyeke kûr ji bo paşerojê
Arî rewşê wekî "gelekî neadîlane" binav dike û dibêje:
"Li cem min ecêb e ku Norweca demokrat tawankaran dernaxe ku ti sûdeke wan nîne lê li şûna wê kesekî derdixe ku tevahiya jiyana xwe kar kiriye, tenê ji ber sala jidayîkbûnê ya şaş.
Min qet bawer nedikir Norwec vê yekê li hemberî mirovekî bêguneh bike."
Ew ne tenê ji bo paşeroja xwe, ji bo paşeroja zarokên xwe jî ditirse û dibêje: "Mafê zarokan li ku ye? Tiştekî min li Îraqê nîne."
Malbat niha bi hêvî ye ku îtirazeke nû bibe sedem ku biryar di Lijneya Îtirazê ya Koçberan de were betalkirin.
Niha Arî û malbata xwe di nediyariyê de dijîn ku gelo dê heta kengî bikaribin bi hev re bimînin.
Parêzer: Divê berjewendiya zarokan diyarker be
Parêzerê şirketa Berntsen û Birkelandê Jan Magne, di wê baweriyê de ye ku dosyeya Arî newekheviyeke mezin a yasayî û mirovî nîşan dide.
Magne got, "Bi sedan kesan bi rêya bernameya lêborînê mafê manê wergirt, tevî ku gumanên eşkere li ser nasnameya wan hebûn.
Arî nekarî beşdar bibe çimkî wî mafê manê piştî 2010an wergirtibû.
Niha ji ber heman wan mercên ku rê daye yên din bimînin, ew rûbirûyî dersînorkirinê dibe."
Parêzer tekez dike ku desthilatdar giringiyeke kêm didin mezinan lê "divê berjewendiya bilind a zarokan diyarker be.
Sê zarokên wî hene ku bi awayên cuda dinalin. Divê mirov ji xwe bipirse bê ka çiqasî aqilane ye ku bavekî bişînî derve û metirsiya tenduristiyê ji bo zarokan çêbikî."
Niha îtiraz ji Lijneya Îtirazê ya Koçberan re hatiye şandin û tê çaverêkirin ku prose 3 heta 6 mehan biajo.