Serokwezîrê Bulgaristanê îstifa kir: Rêya hilbijartina pêşwext vebû
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Bulgaristanê Rosen Jelyazkov, beriya dengdana baweriyê ya ku li ser pêşniyara mixalefetê dê ji bo hikûmeta koalîsyonê ya sêalî bihata kirin, biryara îstifayê da.
Jelyazkov di daxuyaniya xwe ya li parlamentoyê de, sedema îstifaya xwe wekî zêdebûna nerazîbûna civakî ya li welêt nîşan da.
Rosen Jelyazkov diyar kir ku ew dixwazin li gorî hêviyên civakê tevbigerin û got:
"Desthilat ji îradeya gel çêdibe. Hem ciwanan û hem jî kal û pîran banga îstifayê bilind kir. Divê ev enerjiya welatiyan were piştgirîkirin û teşwîqkirin."
Bi îstifaya Jelyazkov re rê li ber hilbijartinên pêşwext ên nû jî vebû.
Tê çaverêkirin ku dengdana li ser îstifaya hikûmetê 12ê Kanûna Pêşîn were kirin.
Borisov: Me tiştekî ku em jê şerm bikin nekiriye
Li aliyê din, Serokê Giştî yê partiya GERBê (Welatiyên ji bo Pêşketina Ewropayî ya Bulgaristanê) Boyko Borisov ku serkêşiya koalîsyona desthilatê dike, bertek nîşanî îstifaya Serokwezîr Jelyazkov da.
Borisov diyar kir, piştî îstifaya hikûmetê partiya wî dê ji bo qebûlkirina budceya ku li parlamentoyê tê nîqaşkirin ti hewldanê nede û got, "Di maweyê 11 mehên desthilata me de me tiştekî ku em jê şerm bikin nekir."
Borisov anî zimên ku wî bi xwe xwestiye Serokwezîr Jelyazkov îstifa bike û wiha axivî:
"Di xebatên me yên yasadanînê de êdî dê ti jinûveavakirin çênebe, mixalefet nikare barê xwe bide ser me.
Êdî hikûmeteke ku îstifa kiriye nikare bixebite.
Em dê ji bo rêlibergirtina zêdebûna bihayan a li bazarê bibin alîkar lê em mudaxeleyî budceya nû nakin."
Prosedûra destûrî
Piştî îstifaya hikûmetê, li gorî prosedûra ku li welêt wekî "rûleta parlamenteriyê" tê binavkirin, Serokkomar Rumen Radev dê bi dorê pêşî erkê avakirina hikûmetê bide du partiyên herî mezin ên parlamentoyê.
Eger ev hewldan bi ser nekevin, Radev neçar e ku erkê avakirina kabîneyê bide partiyeke din a parlamentoyê.
Di rewşa ku hikûmet neyê avakirin de, Radev dê ji bo hilbijartina pêşwext dîrokekê diyar bike.
Çavdêrên siyasî amaje bi wê yekê dikin ku parlamentoyê potansiyela xwe ya avakirina hikûmeteke nû ya koalîsyonê xerc kiriye loma îhtimala avakirina koalîsyoneke nû kêm e û dibe ku welat ber bi hilbijartina pêşwext ve biçe.
Dengdana baweriyê bi ser neket
Di vê navberê de, di dengdana baweriyê ya têkildarî pêşniyara polîtîkaya aborî ya hikûmetê de ku dihat plankirin li parlamentoyê were kirin, hejmara pêwîst nehat bidestxistin.
Tenê 108 parlamenter beşdarî dengdanê bûn.
Partiyên GERB, Partiya Sosyalîst a Bulgaristanê (BSP) û Partiya "Gelekî Wiha Heye" (ITN) yên di koalîsyona desthilatê de cih digirin û parlamenterên Partiya HOH-Destpêka Nû ya ku ji derve piştgiriyê dide kabîneyê, dengdan boykot kir û beriya dengdanê salon terk kir.
Ji bo ku pêşniyar di parlamentoyê re derbas bibe, di meclisa ku ji 240 endaman pêk tê de, herî kêm dengê 121 parlamenteran pêwîst bû.