Parlamenterê Fransayî: Avêtina şervana jin sûcê şer e
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Fransayî Thomas Portes got, avêtina şervaneke Kurd a ji aliyê endamekî koma milîsên cîhadîst ên Sûriyeyê ve nayê qebûlkirin û ev sûcekî şer e.”
Parlamenterê Partiya Serî Natewîne (LFI) ya Fransaya Thomas Portes li ser dîmenên avêtina cenazeyê şervaneke jin a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê ji qata sêyem a avahiyekê, daxuyaniyeke da.
Thomas Portes li ser hesabê xwe yê Xê diyar kir ku navê wê şervana jin "Denîz" e û ew ji aliyê endamên Artêşa Ereban a Sûriyeyê ve ji avahiyekê hatiye avêtin.
Portes di peyama xwe de wiha got:
"Ev dîmen nayên tehemûlkirin. Li herêma Şêx Meqsûdê ya Helebê endamekî koma milîsên cîhadîst ên rejîma Sûriyeyê şervaneke Kurd ji qata sêyem a avahiyekê avêt xwarê.
Ev sûcekî şer e. Divê Fransa ji bo piştgiriya gelê Kurd û pêkanîna ewlehiya wan bi dengekî xurt û zelal biaxive."
#VÎDEO - Hovitiya çekdaran
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 10, 2026
💢 Dîmenên ku hovîtiya çekdar radixin ber çavan belav bûn
💢 Çekdaran cenazeyê endameke Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ji avahiyekê avêt xwarê
💢 Ji bilî avêtina cenaze, di dîmenan de xuya dibe ku çekdar bi awayekî hovane heqaret û bêrêziyê li… pic.twitter.com/B3nzPxhLcy
Çi qewimîbû?
Li Helebê çekdar Artêşa Ereban a Sûriyeyê, termê jineke endamê Asayîşê ji avahiyekê avêtibû xwarê.
Her wiha bêrêzî li cenaze hatibû kirin.
Ew dîmen li ser medyaya civakî hatibûn belav kirin û bûbûn sedema nerazîbûneke mezin de.
Hat zanîn ku navê wê endama Asayîşê "Denîz" e.
Bi gotina çekdaran ew jin nîşangîr bûye û beriya ku canê xwe ji dest bide bi saetan bi tenê li hemberî wê komê li ber xwe daye.