Macron: Em li kêleka xwenîşanderên Îranê ne
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, tundiya li hemberî xwenîşanderên ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê mafên xwe dixwazin şermezar kir.
Emmanuel Macron midaxeleya dewletê ya li hemberî sivîlên ku daxwaza maf û azadiyên xwe yên bingehîn dikin bi tundî rexne kir.
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwenîşandanên ji ber krîza aborî dest pê kirin û veguherîn çalakiyên li dijî rejîmê ketin roja 16an.
Her ku diçe helwestê hêzên ewlehiyê yên Îranê li hemberî xwenîşanderan tundtir dibe.
"Em li kêleka wan in"
Macron di peyama xwe de bal kişand ser wêrekiya jin û mêrên Îranî û ev daxuyanî da:
"Ez tundiya dewletê şermezar dikim ku bêyî cudahî jin û mêrên Îranî dike armanc ku bi wêrekî daxwaza rêzgirtina li mafên xwe dikin.
Rêzgirtina li azadiyên bingehîn şertekî gerdûnî ye û em li kêleka wan kesan in ku van mafan diparêzin."
Xwenîşandanên li Îran û Rojhilayê Kurdistanê
Pêla nerazîbûnên ku 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kiribû li 28 parêzgehan belav bûye.
Li welatê ku înternet bi temamî hatiye qutkirin û çalakî li 185 bajaran bandorê dikin, tansiyona siyasî derbasî qada navneteweyî bûye.
Li gorî amarên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (HRANA), ji destpêka xwenîşandanan ve heta niha 544 xwenîşander hatine kuştin û zêdetirî 10 hezar û 600 kes jî hatine desteserkirin.
Hikûmeta Îranê her wiha kuştina 111 karmendên hêzên ewlehiyê piştrast kir.