Bilbilê Kurdistanî li Nemsayê dersînor kirin
Hewlêr (Rûdaw) – Ji paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê, bi balafireke bilbilek çû paytexta Namsa, bajarê Viyenayê, lê bilbil ji aliyên berbipirsên balafirxaneya wî bajarê ve bi heman balafirê paş ve hat şandin.
Di 10ê Sibata 2019an de li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê bilbilek dikeve nav balafirekê û ew balafir diçe Viyenayê, lê li wê derê, rê li ber azadbûna bilbil tê girtin û wî bo Hewlêrê dişînin.
Berpisên Balafirxaneya Navdewletî ya Viyenayê bi maîlekê berpirsên Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê agahdar dikin ku ew bilbi paş ve dişînin. Berpisên balafirxaneyê bilbil dixin di nav sindoqekê de û vedigerînin Hewlêrê.
Derbarê vê yekê de Berpirsê Operasyonên li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê Silêman Teha ji Rûdawê re wiha got: “Tîma pizîşkî ya balindeyan ew bilbil wergirt û dûv re azad kir. Ji ber ku asmanên balafirxaneyê vekirine, ev bûyerên bi vî awayî asayî ne.”
Par di meha Mijdarê de ji ber çend balindeyan xwe li çengê balafireke asmanî ya Iraqê de dabûn ew firoke neçar bibû vegere. Lê belê cara yekem e ku balindeyek tê dersînorkirin.