Penaberekî Sûrî xwe ji bo hilbijartinên parlamentoya Almanyayê amade dike
Hewlêr (Rûdaw) - Çalakvanê Mafê Mirovan Tariq EL-Ews ê 31 salî, penaberekî Sûrî ye, ku 5 sal e ji Sûriyê derketiye û penaberî Almanyayê bûye. Tariq amadekariyên xwe ji bo hilbijartinên parlamentoya Almanyayê dike, ku dê di Îlona bê de bê lidarxistin.
Tariqw dibêje, ew dixwaze bibe yekem penaberê Sûrî ku bikeve parlamentoya Almanyayê û nûneratiya penaber û penaxwazan bike.
Teriq EL-Ews wiha dibêje: “Ez dixwazim xwe berbijêr bikim daku nûneratiya sed hezaran kesên penaber bikim li Parlemantoya Almanya yê, û ji bo civakeke hevereng û vekirî kar bikim. Ez kêfxweşim xwe ji bo partiya kesk berbijêr bikim, ji ber ku pirsgirêkên keşûhewa, civakî, penaxwazî û penaberiyê ji hev nayên cûdakirin.”
Tariq berî salekê tevî partiya KESK a Almanyayê bû û niha berbijêrê wê partiyê ye, ku di hilbijartinên federalî yên Almanyayê de sala 2017an % 8.9 ji dengên parlamentoyê bi dest xistin û niha ji 709 kursiyan, 67 nûnerên wê di parlamentoya Almanya (Bundestag) de hene.
Ew penaberê Sûrî berî her tiştî dixwze jiyaneke xweş ji penabran re li Almanya peyda bike, herwiha ew dixwze penaberan ji giravên Yunanê û Bosnyayê jî bibe Almanya û wan ji nav Deryaya Spî jî xelas bike.
Teriq EL-Ews têkildarî rewşa koçberên li kampan tekez dike: “Ez ji ber rewşa jiyanê û niştecîbûnê nîgeranim. Li kampan, rewşa li ser sînorên derve li ser giravên Yunan û Moria, li kampên nû yên li wir û li Bosnyayê, rewşa xelkê li wan dever an û kes ên ku li wir xeniqîn. Ez hemû ji bo min dibin sedem.”
Li Almanya 818 hezar û 460 penaberên Sûrî hene. Tariq pêşbênî dike berî roja hilbijartinê di 26 Îlonê de, moleta nasnameya Almanyayê werbigre, daku bikaribe derbasî nava parlamentoya wî welatî bibe.
Armanca Partiya Kesk a Almanî ew e ku koçberan tevli nava civaka Almanyayê bike, herwiha hewl dide ji sedî 15 ji parlamenterên wê ji kesên biyanî Almanî bin.