Sînem Mihemed: Kongreya Amerîkayê bala xwe daye ser HSD û Kurdan

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Amerîkayê Sînem Mihemedê ragihand ku Kongreya Amerîkayê zêde bala xwe dide ser mafên Kurdan û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).

Sînem Mihemed bû mêhvana bultena Nûrojê ya Rûdawê û pirsên Sîma Abxizirê bersivandin.

Wê li ser hevdîtinên xwe yên li Washingtonê û siyaseta Amerîkayê ya li hemberî Sûriye û Rojavayê Kurdistanê agahî dan.

"Vîdeoyên binpêkirinan li Kongreyê hatin nîşandan"

Doh li Komîteya Pêwendiyên Derve ya Meclisa Nûneran a Amerîkayê, dîmenên ku çekdarên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê bêrêziyê li cenazeyên jinên Kurd dikin hatin nîşandan.

Sînemê da zanîn ku vîdeoyên binpêkirinan li Kongreyê hatine nîşandan û got:

"Van dîmenan bandor kir, Kongre pir bala xwe dide ser mafên Kurdan."

Wê anî ziman ku endamên Kongreyê ji wan re gotiye ku dê siyaseta wan li gorî kiryarên hikûmeta Şamê biguhere û Amerîkayê ji Sûriyeyê re negotiye, "Hûn çi dixwazin bikin."

"Divê em piştgiriyê biparêzin"

Sînemê bal kişand ser girîngiya yekîtiyê û dîplomasiyê û got:

"Navê Kurdan li hemû cîhanê belav bûye, divê em vê piştgiriya heyî biparêzin. Rojavayê Kurdistanê hemû Kurd anîn cem hev.

Endamekî Kongreyê got, 'Hîn li Sûriyeyê pirsgirêka Kurdan nehatiye çareserkirin.' Divê em dîplomasî û yekîtiya xwe xurt bikin û herin kû derê doza mafên xwe bikin."

Sînem Mihemedê destnîşan kir ku ragihandin gelekî girîng e û got:

"Divê em bikin ku hemû Amerîka doza Kurdan nas bike, divê ragihandina Kurdan jî xurt bibe."

Projeyasaya Lindsey Graham

Sînem Mihemed li ser projeyasaya Senator Lindsey Graham jî axivî û ev tişt gotin:

"Projeyasaya Lindsey Graham gelekî girîng e, hemû endamên Kongreyê piştgiriyê didinê.

Divê em bikin ku ev projeyasa berdewam bike. Ev projeyasa zextekê li ser hikûmeta Şamê dike, divê em bikin ku raneweste.

Li gorî projeyasayê mumkin e ku Kurd werin parastin û ceza li ser Sûriyeyê werin sepandin."

“Helwesta Tom Barrrack Wezareta Karên Derve yek e”

Sînemê li ser helwesta saziyên Amerîkayê jî got, "Pentagon vê demê naxwaze zêde pêwendiyan bi me re deyne" û anî ziman ku “Helwesta Wezareta Karên Derve û Tom Barrack yek e.”