Nadine Maenza: Kongreyê biryar da ku nabe êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka berê ya Komîsyona Amerîkayê ya ji bo Azadiya Olî ya Navneteweyî (USCIRF) Nadine Maenzayê da zanîn, Kongreya Amerîkayê biryar daye ku nabe êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê kirin û ew dever bi darê zorê werin dagirkirin.

Nadine Maenza bû mêhvana bultena Rûdawê ya ku Hîwa Cemal pêşkêş dike û li ser rûdanên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê rawestiya.

“Êrişên li ser Kurdan nayên qebûlkirin”

Maenzayê diyar kir ku êrişên li ser Kurdan nayên qebûlkirin û Kongreya Amerîkayê hişyarî daye ku nabe binpêkirin çêbibin.

Wê amaje pê kir ku Kongre dikare zextê li Wezareta Karên Derve û Tom Barrack bike.

Nadine Maenzayê diyar kir ku ew dixwazin piştgiriyê bidin projeyasaya Lindsey Graham a ji bo parastina Kurdan.

“Nabe entegrasyon li ser têkçûna Kurdan bê avakirin”

Maenzayê bi bîr anî ku Amerîkayê cezayên li ser Sûriyeyê rakirine lê Komarparêz ji ber siyaseta hikûmetê ya li Sûriyeyê gelekî aciz in.

Wê li ser rêkeftina HSD û Şamê jî got,  “Em dixwazin li Sûriyeyê aştî hebe lê nabe entegrasyon li ser têkçûna Kurdan bê avakirin.”

“Rola Serok Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî girîng bû”

Maenza li ser rêkeftina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya Şamê de jî axivî û spasiya Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir û got ku rola wan di vê rêkeftinê de “gelekî girîng” bûye.

Nadine Maenzayê da zanîn ku her çi qasî rêkeftin hatibe kirin jî pêkanîna wê gelekî giran e û got:

“Wekî mînak, Parêzgarê Hisîçayê dest bi karê xwe kiriye lê heta niha jî Ehmed Şer (Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê) bi awayekî fermî navê wî qebûl nekiriye.

Em hêvî dikin Amerîka û civaka navneteweyî mijarê bişopînin çimkî dîroka wan (hikûmeta demkî ya Şamê) a li gel kemîneyan gelekî xerab e.”

Maenzayê her wiha bal kişand ser rewşa dawî ya li Kobaniyê û got ku Kobanî di bin dorpêçê de ye.