Yemen, Venezuela û Tirkiye: Sê welatên ji bo parlamenteran herî xeter
New York (Rûdaw) - Çend demjimêran piştî pevçûna li Parlamentoya Tirkiyeyê, raporeke Neteweyên Yekbûyî hat belavkirin ku dibêje Tirkiye ji bo parlamenteran yek ji welatên herî xerab ên cîhanê ye.
Rapor nîşan dide ku 2025an, 110 parlamenter rastî tundî yan jî binpêkirinên mafên mirovan hatine.
Ev yek Tirkiyeyê dike welatê sêyem ê herî xerab ê cîhanê ku piştî Yemen û Venezuelayê tê.
Di raporê de navên parlamenterên ku bûne qurbanî hene û hemû jî ser bi partiyên mixalefetê ve ne û piraniya wan Kurd in.
Hevahengiya bi Tirkiyeyê re
Birêvebirê Mafên Mirovan ê Yekîtiya Navparlamentoyan (IPU) Rogier Huizenga ji Rûdawê re got:
"Belê, hejmarek dosye li Tirkiyeyê hene, em demeke dirêj e li ser van mijaran bi desthilatên parlamentoyê re di têkiliyê de ne.
Hevahengiyeke baş heye, bi wê wateya ku ew bersiva 'Komîteya Mafên Mirovan a Parlamenteran' didin."
Di nava binpêkirinan de, bicihneanîna yasayan a li dijî parlamenteran, binpêkirina azadiya raderbirînê û rakirina parêzbendiyê hatine rêzkirin.
Tevî van hemû binpêkirinan, rêxistin Nîsanê kongreya xwe ya salane li Stenbolê li dar dixe.
"Ti mijarên qedexe nînin"
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Navparlamentoyan (IPU) Martin Chungong ji Rûdawê re got:
"Tirkiye welatekî endamê Yekîtiya Navparlamentoyan e û mafê wan heye ku mazûvaniya civînên yekîtiyê bikin.
Siyaseta IPUyê ew nîne ku welatan wekî 'welatên dûrxistî' (Pariah states) yan welatên li derveyî armancan pênase bike.
Siyaseta me dabînkirina forumekê ye ku tê de guftûgoya azad li ser hemû mijaran bê kirin. Ti mijarên qedexe (tabû) nînin.
Ez dikarim te piştrast bikim ku çûna me ya wê derê nayê wê wateyê ku parlamenter di behskirina rewşa mafên mirovan a li Tirkiyeyê de azad nebin."
Rexneya nerasterast a li hikûmetê
Sernavê raporê hinekî ne zelal e ji ber ku behsa wan tundiyan dike ku "xelk" li dijî parlamenteran pêk tînin.
Lê di konferansa rojnamegeriyê de hat zelalkirin ku mebest ji xelkê, şirket û rêxistin in jî.
IPU hikûmeta Tirkiyeyê rasterast tohmetbar nake lê hinek binpêkirinên ku hatine rêzkirin, wekî bicihneanîna yasayan, rexneyeke nerasterast a li hikûmetê ye.