Parlamentoya Portugalê dê bi rojeva Rojavayê Kurdistanê bicive
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Portugalê krîza mirovî, binpêkirinên mafan û statuya Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê dike rojeva xwe.
Pêşniyaznameya biryarê ya ku ji aliyê Partiya Azad (LIVRE) ve hatiye pêşkêşkirin dê sibê di civîna giştî de were nîqaşkirin.
Pêşniyaznameya ku bi îmzeya parlamenterên LIVREyê Isabel Mendes Lopes, Filipa Pinto, Jorge Pinto, Patrícia Gonçalves, Paulo Muacho û Rui Tavares hatiye pêşkêşkirin, dê sibê li parlamentoyê were gotûbêjkirin.
Parlamenterên Partiya Azad di pêşniyaznameyê de, bi taybetî bal kişandine ser drama mirovî ya ku ji ber şer û pevçûnên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê derketiye.
Di metna pêşniyaznameyê de hat diyarkirin ku Artêşa Ereban a Sûriyeyê û komên radîkal ên pê re, bi piştgiriya nerasterast a Tirkiyeyê êrişî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kirine.
Hat tekezkirin ku di encama van êrişan de windahiyên sivîlan zêde bûne, bi deh hezaran kes koçber bûne û desteserkirinên kêfî çêbûne.
“Divê mafên pêkhateyan û xweserî bên parastin”
Di pêşniyaznameyê de hat bibîranîn ku sîstema li Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin di bin gefeke mezin de ye û li gel Kurdan, civakên Elewî, Durzî û Xiristiyan jî bi rîska binpêkirinên cidî yên mafan re rûbirû ne.
Parlamenterên LIVREyê diyar kir ku divê Portugal wekî endameke Yekîtiya Ewropayê (YE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) li hemberî vê rewşê helwesteke zelal nîşan bide û bal kişand ser vê xalê:
"Di vê serdemê de ku gelek welatên Ewropayê hewl didin pêwendiyên xwe bi birêvebiriya Şamê re asayî bikin, rêzgirtina li maf û xweseriya kêmîneyên li welêt, divê bibe pêşmerca her cure diyalogê."
Pêşniyarên ji bo hikûmeta Portugalê
Di pêşniyaznameya ku dê sibê were gotûbêjkirin de, ji hikûmeta Portugalê tê xwestin ku van gavên şênber biavêje:
“Bi hevahengiya bi Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî re şopandina rewşa mirovî ya li bakurê Sûriyeyê û herêmên Kurdan.
Pêkanîna mekanîzmayên guncav ji bo parastina nifûsa Kurd û hewldanên ji bo agirbesteke bibandor.
Ji bo belgekirina binpêkirinên mafan ên li Kurdistana Sûriyeyê, di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî yan Yekîtiya Ewropayê de avakirina heyeteke çavdêr a navneteweyî û beşdariya Portuglalê di vê heyetê de.”