Alexander Zuev: Çekdarên DAIŞê dê li Îraqê bên darizandin

1 demjimêr berê
Namo Ebdullah
Namo Ebdullah
Alexander Zuev û Namo Ebdulah\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Alexander Zuev û Namo Ebdulah\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan DAIŞ Alexander Zuev Neteweyên Yekbûyî Sûriye Îraq
A+ A-

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Alexander Zuev, hûrgiliyên veguhastina çekdarên DAIŞê ya ji Sûriyeyê bo Îraqê aşkere kirin. Zuev destnîşan kir ku Sûriye di rêzbendiya cîhanî ya metirsiya terorê de di asteke gelekî bilind de ye û teqez kir ku ji bo aramiya herêmê divê ev girtî li gorî pênasên mafên mirovan werin darizandin.

Alexander Zuev bersiv da pirsên nûçegihanê Rûdawê yê New Yorkê.

 Zuev hûrgiliyên veguhastina çekdarên DAIŞê eşkere kirin û bal kişand ser rewşa ewlehiyê ya herêmê.

Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Alexander Zuev re wiha ye:

Rûdaw: Du pirsên min hene. Yekem, derbarê veguhastina girtiyên gumanbar ên DAIŞê ya ji Sûriyeyê ji bo Îraqê ku di bin çavdêriya Amerîkayê de hat kirin; bi nêrîna we sedema vê veguhastinê çi bû? Nirxandina ofîsa we çi ye ku çima pêwîst bû ev kar were kirin? Pirsa min a duyem jî ev e: Hûn dikarin nirxandina ofîsa xwe derbarê asta niha ya metirsiya tundrewî û terorê ya li Sûriyeyê bidin me? Bi taybetî piştî wan pevçûnên dawî yên ku di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de rû dane.

Alexander Zuev: Baş e, ez bawer dikim berî her tiştî tu dizanî ku ev pêvajo bi hevahengiya di navbera hikûmeta Amerîka û hikûmeta Îraqê de pêk hat. Gelek çekdarên terorîst hatine veguhastin. Armanca dawî, lêkolîn û darizandina wan e di dema pêwîst de, eger sûcê wan were selmandin. Ji ber ku divê pêvajoyeke yasayî ya bi rêk û pêk hebe. Em bi tundî piştgiriya rêzgirtina li mafên mirovan ji bo her kesî dikin; ne tenê ji bo qurbaniyan lê belê ji bo wan kesên ku bi terorê tên tometbarkirin. Pêwîst e rêz li wan were girtin û em tekeziyê li ser vê yekê dikin. Her wiha em dizanin ku hikûmeta Îraqê, bi kêmî ve di guftûgoyên min ên li gel Serokkomarê Îraqê û Wezîrê Karên Derve yê Îraqê de û her wiha di wan pêwendiyên ku ji ofîsa me ya li Bexdayê ji bo me tên de, di vê mijarê de pir cidî ye. Mijar pir cidî ye û ji bo aramkirina rewşa nav kampan û veguhastina gelek girtiyan yan jî niştecihên nav wan kampan e.

Metirsiya terorê ya li Sûriyeyê

Derbarê metirsiyên terorîstî yên niha yên li Sûriyeyê; wekî ku tê zanîn, eşkere ye ku di rêzbendiya cîhanî ya terorê de Sûriye di asteke pir bilind de ye. Ev yek cihê matmayînê nîne piştî çendîn salên şerê navxweyî, nakokiyên herêmî û berî wê jî kontrolkirina gelek herêmên Sûriye û Îraqê ji aliyê DAIŞê ve. Bê guman, ev yek jîngeheke pir tijî nediyarî û neseqamgîr ava dike.

Di heman demê de, ez dixwazim ji we re bêjim ku ez dizanim hemû medyaya navneteweyî bala xwe daye ser Rojhilata Navîn û bi taybetî Sûriye û Îraqê lê ez bi tundî pêşniyar dikim ku careke din çavê xwe bi metirsiyên terorîstî yên li Rojavayê Afrîka û navçeya Sahelê bigerînin. Li gorî amarên me yên sala par, zêdetirî ji sedî 50yê jiyandestdanê ji ber êrişên terorîstî ne li Rojhilata Navîn, belkî li rojavayê Afrîka û Sahelê bûye. Eger hûn bixwazin, em dikarin pişt re agahiyên zêdetir bidin. Hemû amar ne di bîra min de ne lê ez dikarim ji we re bêjim ku rêje ji sedî 50yî zêdetir e. Ez dikarim tenê amaje bi wê raporê bikim ku Sekreterê Giştî pêşkêşî Encumena Parastinê kir û ofîsa min amade kiribû. Ew di meha Çiriya Paşîn de bû ku me tê de bi temamî endamên Encumena Parastinê ji hemû wan metirsiyan agahdar kirin ku bi taybetî li wî beşê Afrîkayê serî hildidin; yanî Sahel û rojavayê Afrîkayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst