Trump: Îran gihiştiye dawiya rê û em bi ser ketine

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku “Îran gihiştiye dawiya rê” û ew bi ser ketine.

Şerê Îranê di roja xwe ya 13an de ye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump behsa "serkeftineke çareserker" dike û amarên windahiyên canî û mesrefên darayî her ku diçin zêde dibin.

Trump: Em ji saeta ewil ve bi ser ketine

Trump doh careke din diyar kir ku Îran "gihiştiye dawiya rê" û destnîşan kir ku êrişên Amerîkayê Tehran felc kiriye û got:

“Em bi ser ketin, her ji saeta ewil a destpêkirina şer ve her tişt bi dawî bû."

Aliyê aborî

Amerîkayê ragihand ku ew dê wekî beşeke peymana Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA), 172 milyon bermîl petrolê ji embarên xwe yên stratejîk derxe.

Bi giştî dê 400 milyon bermîl petrol pêşkêşî bazarê were kirin da ku biha zêde neguherin.

Ev pêvajo dê 120 rojan bikişîne.

Raporeke rojnameya New York Timesê eşkere kiriye ku artêşa Amerîkayê tenê di hefteya ewil a şerê li dijî Îranê de, zêdetirî 11,3 milyar dolaran xerc kirine.