Çîn xwe amade dike ku çekan bide Îranê?

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Amerîkayê ji zarê çend çavkaniyan ve ragihand ku îstixbarata Amerîkayê xwedî agahiyan e ku Çîn mijûlî amadekirina barekî çekan e ji bo Îranê.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî li ser mijarê hişyariyeke tund da Pekînê ku çekan neşîne Îranê.

CNNê ragihand ku îstixbarata Amerîkayê hişyarî daye ku Çîn mijûlî amadekirina barekî çek û teqemeniyan a ji bo Îranê ye.

Donald Trump hişyariyeke tund da Çînê û ragihand ku her cure hevkariya leşkerî ya Pekînê ya bi Tehranê re dê encamên wê hebin.

Li gorî zanyariyên îstixbaratî yên Amerîkayê, Çîn amadehiyan dike da ku çend sîstemên bipêşketî yên parastina asmanî ji bo Komara Îslamî ya Îranê bişîne.

Çavkaniyên îstixbaratî amaje bi wê yekê dikin ku Tehranê agirbesta niha wekî derfetekê bi kar aniye ku bi alîkariya hevbeşên xwe yên biyanî, wan zererên gihîştine binesaziya wê ya leşkerî tazmîn bike.

Çîn tohmetan red dike

Li hemberî van îdiayan, Balyozxaneya Çînê ya Washingtonê ew tohmet bi tundî red kirin û got:

"Ew agahiyên ku qala çekdarkirina Îranê ya ji aliyê me ve dikin, ti bingehên wan ên rast nînin.

Pekînê ti cure çek nedane aliyên nakok."

Ev aloziya nû ya di navbera Washington û Pekînê de di demekê de ye ku hewlên navneteweyî ji bo aramiya li herêmê didomin.

Dan û standinên li Pakistanê

Tehran û Washingtonê roja Şemiyê bi navbeynkariya Pakistanê, gera yekem a dan û standinan a piştî agirbestê pêk anî.

Ev dan û standin zêdetirî 15 demjimêran ajot lê her du alî negihîştin ti peymanan.