Pakistanê ji bo berdewamiya agirbestê bangî Amerîka û Îranê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê Mihemed Îshaq Dar ragihand ku di dan û standinên di navbera Tehran û Washingtonê de yên li Îslamabadê peymanek pêk nehatiye.
Mihemed Îshaq Dar piştî ku her du alî li ser çarçoveyeke hevpar pêk nehatin, bal kişand ser girîngiya agirbestê û diyar kir ku divê alî pêbendî sozên xwe bin.
Wezareta Karên Derve ya Pakistanê li ser dan û standinên Îran û Amerîkayê daxuyanî da.
Li gorî daxuyaniyê, Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê Mihemed Îshaq Dar spasiya Îran û Amerîkayê kir ku daxwaza Pakistanê ya ji bo dan û standinên aştiyê qebûl kiriye.
Dan û standin 24 saetan ajotin
Dar eşkere kir ku şandeya bi birêvebiriya Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf û şandeya bi serokatiya Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance nêzîkî 24 saetan dan û standinên dijwar kirine.
Wezîrê Pakistanî destnîşan kir ku aştî û aramiya mayînde ne tenê ji bo herêmê lê ji bo hemû cîhanê girîng e û got:
“Ji bo her du aliyan gelekî girîng e ku pêbendî sozên xwe yên agirbestê bin.”
Mihemed Îshaq Dar her wiha ji bo piştgiriya li hewildanên Pakistanê û rola wê ya navbeynkariyê spasiya her du welatan kir.
JD Vance: Em bêyî peymanekê vedigerin
Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance ragihand ku dan û standinên rasterast ên bi Îranê re "bêyî ku bigihîjin peymanekê" bi dawî bûne.
JD Vance li ser encamên civînan wiha peyivî:
"Me 21 saetan li ser vê mijarê kar kir û me bi Îraniyan re gelek civînên girîng kirin.
Ev nûçeyeke baş e. Nûçeya xerab ew e ku em li ser peymanekê li hev nehat.
Bi baweriya min ev nûçeyeke ji bo Îranê ji ya ji bo Amerîkayê xerabtir e. Loma em bêyî peymanekê vedigerin Amerîkayê."
Li hêla din, medyaya Îranê îdia kir ku sedema lihevnekirina li Îslamabadê "daxwazên zêde" yên Amerîkayê bûn.