Trump: Dorpêçkirina Tengava Hurmizê dest pê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku piştî hevdîtinên 20 saetan ên li Îslamabadê, ji ber ku Îranê nexwestiye dev ji bernameya xwe ya navokî berde, wan biryar daye ku Tengava Hurmizê dorpêç bikin.

Trump di daxuyaniyeke nivîskî de ku li ser platforma Truth Socialê belav kir û da zanîn ku şandeya wî ya ku ji Alîkarê Serok JD Vance, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Rojhilata Navîn Steve Witkoff û Şêwirmendê wî  Jared Kushner pêk dihat, bi rayedarên Îranê re hevdîtin kiriye.

Donald Trump her wiha spasiya Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf û Fermandarê Artêşa Pakistanê Asim Munîr kir ji bo navbeynkariya wan a serkeftî ya ku li Îslamabadê pêk hatiye.

"Îran naxwaze dev ji bernameya atomî berde"

Serokê Amerîkayê diyar kir ku tevî nêzîkatiyeke rêzdar a her du aliyan jî, dan û standin li ser mijara herî girîng -çekên atomî- bêencam mane û tekez kir ku "Îran dê ti carî nebe xwediyê çekên atomî."

Trump her wiha amaje bi wê yekê kir ku hevdîtinên li Pakistanê ji bo rêgirtina li şerekî cîhanî yê mezin bûye û got ku wî di demên borî de bi navbeynkariya xwe jiyana 30 heta 50 milyon kesan ji şerê li dijî Hindistanê rizgar kiriye.

Dorpêçkirina Tengava Hurmizê dest pê dike

Trump ferman da Hêzên Deryayî yên Amerîkayê ku ji bo parastina bazara enerjiyê û rêgirtina li "xespkirina cîhanî" ya Îranê, dest bi dorpêçkirina Tengava Hurmizê bikin.

Li gorî daxuyaniyê, dê tedbîrên jêrîn ên ku dê bên pêkanîn wisa ne:

  • Hêzên Deryayî dê hemû keştiyên ku hewl didin têkevin an derkevin Tengava Hurmizê kontrol bikin.
  • Dê mînên ku ji aliyê Îranê ve hatine çandin bên paqijkirin.
  • Hemû keştiyên ku di nav avên navneteweyî de bacê bidin Îranê dê bên rawestandin û desteser kirin.
  • Her êrişa Îranê ya li dijî keştiyên aştiyane yan jî hêzên Amerîkayê dê bi bersiveke leşkerî ya herî tund re rû bi rû bimîne.

Trump di dawiya daxuyaniya xwe de hişyariyeke tund da Tehranê û diyar kir ku di rewşeke êrişê de, artêşa Amerîkayê dê dawî li mayîna Îranê bîne û bi temamî wê tune bike.

Tê payîn ku ev dorpêçkirin di demek nêzîk de bi beşdariya hevalbendên din ên navneteweyî dest pê bike.

Dîplomasiya li Îslamabadê

Piştî 21 demjimêrên dan û standinên rasterast û rû bi rû, Amerîka û Îranê bêyî peymanekê dawî li civînên xwe yên li Îslamabada paytexta Pakistanê anî.

Alîkarê Serokê Amerîkayê J.D. Vance dibêje, Tehranê mercên Washingtonê yên ji bo devjêberdana çeka nukleerî red kirine.

Tehran jî dibêje, li ser 3 xalan nakokiyên wan hene.

Alîkarê Serokê Amerîkayê J.D. Vance dibêje, Tehranê mercên Washingtonê yên ji bo devjêberdana çeka nukleerî red kirine.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ji medyaya welatê xwe re ragihand, reşnivîsa 10 xalî ya Îranê û plana 15 xalî ya Amerîkayê hatine gotûbêjkirin, li ser hejmarek xalan lihevkirinn çêbûye lê li ser 3 xalan nakok bûne.