Li Amerîkayê şewat, 4 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Milwaukeeyê ya Amerîkayê agir bi avahiyekê ket û 4 kes mirin û 4 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku agir li eyaleta Wisconsinê bi avahiyekê ketiye.

Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Amerîkayê de derketine, agir ji beşa hevbeş a avahiyeke 4 qatî ya li herêma Milwaukeeyê dest pê kiriye û li qatên din jî belav bûye.

Şefê Agirvemirandinê yê Herêma Milwaukeeyê Aaron Lipski ragihand ku wan bi 30 wesayîtên agirvemirandinê midaxeleyî agir kiriye û di avahiya agirpêketî de bi tevahî 85 mal hene.

Lipski diyar kir ku 30 kesên ku di apartmanê de mabûn ji aliyê tîmên agirvemirandinê ve hatine rizgarkirin û di encama agir de 4 kes mirine û 4 kesên din jî bi giranî birîndar bûne.

Lipski amaje pê kir ku ji ber agir nêzîkî 200 kesî bê mal mane û got ku li ser sedema derketina agir lêkolîn tên kirin.