AWISTURYA - Xwendekara Kurd çawa ji êrişê rizgar bû?

Graz (Rûdaw) - Xwendekara Kurd Şîrîn Hesena ji êrişa li Awisturyayê rizgar bûye got, “Pêşî em keniyan, me got qey henekan dike, lê Xwedê bi hawara me ve hat.”

Li bajarê Grazê yê Awisturyayê 10ê Hezîrana 2025an ciwanekî 22 salê ket Dibistana BORG Dreierschützengasseyê ya li kuçeya Dreierschützengasseyê û bi çekê êrişî mamoste û xwendekaran kir.

Di encama êrişî de tevî êrişkar 10 kesan canê xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.

Lêkolînên derbarê êrişa li Dibistana BORG Dreierschützengasseyê berdewam dikin.

Şahidên bûyerê û aliyên pêwendidar ji Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno re behsa bûyerê kir.

“Dibistan bûye cihekî derbirîna xemgîniyê”

Berdevkê Xaça Sor a Steiermarkê Stephen Lazarus got, “Dibistana ku duh nehatibû wesifkirin, neçarî çi bû?

Îro bûye cihekî derbirîna xemgîniyê ji bo xwendekar û mamosteyan û ji bo wan hemû kesên ku hest bi dudilî, xem û tirsê dikin.

Ji bo me wekî Xaça Sor a Steiermarkê, girîng e ku em li vir ji bo hemûyan bin.

Di vê rojê de peyv têra min nakin, peyvên ku li gorî vê bûyerê bin nînin.

Ev ji bo Grazê rojeke reş e û rojên reş in.”

“Min ti caran li vir  nijadperestî nedîtiye”

Kesekî Ereb jî got, “Ez nêzîkî 3 salan e li vê herêmê rûdinim, nêzîkî 10 sal in jî bi taybetî li Grazê dijîm.

Xwezaya vê herêmê nû ye. Heger hûn bala xwe bidin avahiyan, diyar e ku nû ne.

Li vir têkilbûnek heye, gelek kesên biyanî  li vir hene wekî Tirk û Ereb û xelkê Bosna û Herzegovînê ji welatên Balkanê.

Ez li vê herêmê bi rastî ti caran rastî pisgirêkan nehatime û min neditîne.

Min ti caran li vir  nijadperestî nedîtiye.

Ez cîranê vê dibistanê me, li pişta dibistana xwe me.”

 

Şîrîn Hesena li bajarê Grazê dijî jî wiha behsa bûyerê kir:

“Em saet 08:40î  çûn dibistanê, dersa me ya yekem kîmya bû û em li ezmûngehê bûn.

Paşê em saet 09:40î ber bi polan ve vegeriyan.

Li korîdora qata sêyem, me kurek dît ku bejna wî nêzîkî 170 santîmetreyan bû û du çek pê re bûn, demançeyek û çekeke otomatîk.

“Demançe danî li ser serê me”

Kurik demançeya destê xwe ber bi serê min û du hevalên min ve girt.

De digot qey henekan dike, loma em her sê keniyan.

Paşê hewl da guleyekê biteqîne lê neteqiya û em dîsa keniyan.

Wî jî çeka otomatîk hilda destê xwe.

Em çûn pola xwe û dema ku em dengê guleya yekem bihîstine me got qey tiştek teqiya lê paşê dengê teqînan berdewam kir û me zanî ku tiştekî cidî çêbûye.

Dengê teqînê bênavber hat û me jî da ber qirînan û kir hewar.

Xwendekaran deriyên polan girtin. Em jî 14 kesên li pola xwe bûn me xwe avêt erdê û destên xwe danîn ser serê xwe.”

“Ket nav polê û xwendekar kuştin”

Şîrînê Hesenê da zanîn ku pola wan li qata sêyem bû û êrişkar piştî ku gelek gule reşandin, çûye nav poleke li qata duyem û çar xwendekar kuştine û got:

“Paşê êrîşkar vegeriyaye qata sêyem û ketiye nav poleke din. Ew pol li kêleka pola me bû, li wir jî hinek xwendekar hatin kuştin."

“Ez dê tola xwe hildim”

Ew kesê ku êriş kiriye bi navê Arthur bû û ew berê xwendekarê heman dibistanê bû, ti hevalên wî nebûn û bi diya xwe re dijiya.

Tê gotin ku berî encamdana êrişî, peyameke vîdoeyî ji diya xwe re şandiye û jê re gotiye, “ Ez dê tola xwe ji vê civakê hildim”

“Xwedê ji me hez dike”

Şîrîn Hesen rizgarbûna xwe xwe wekî "mucîzeyekê" nîşan da û got:

 “Xwedê jî ji me hez dike û bi hawara me ve hat. Piştî ku em rizgar bûn, min telefonî diya xwe kir, min nizanibû bigirîm an bikenim."

Berdevkê Polîsan Fritz Grundnig jî  ragihand ku ji bilî 10 kuştiyan, hinek xwendekar û mamoste bi giranî birîndar bûne.

Bi gotina  Fritz Grundnig êrişkar paşê xwe jî kuştiye.