Li Hindistanê balafir ket, 244 kes tê de bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Guceratê ya Hindistanê balafira ku 244 kes tê de bûn ket.

Birêvebirê Îdareya Asîmangeriya Sivîl a Hindistanê Faîz Ehmed Kîdwaî ragihand ku di balafira ku li eyaleta Guceratê li bajarê Ehmedabadê ket de 244 kes hebûn.

Faîz Ehmed Kîdwaî diyar kir ku balafir ji bo ji Ehmedabadê here Balafirgeha Gatwickê ya li Londona paytextê Brîtanyayê rabûye û piştî demeke kurt ketiye.

Midûrê Îdareya Asîmangeriya Sivîl a Hindistanê her wiha destnîşan kir ku di balafira ku li eyaleta Guceratê ketiye de 244 kes hebûn û 232 ji wan rewî û 12 karmendên balafirê ne.