Trump bersivand: Gelo dê Îsraîl êrişî Îranê bike?
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê îhtimala êrişeke Îsraîlê ya li Îranê got, "Baş e, naxwazim bibêjim ku nêzîk e lê wisa dixuye ku ew tiştek e ku pir mimkun e çêbibe."
Serokê Amerîkayê Donald Trump li Qesra Spî li ser dan û satandinên bi Îranê re yên ji bernameya nukleerî ya Îranê û îhtimala êrişeke Îsraîlê li Îranê axivî.
Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku dibe ku Îsraîl êrişî dezgehên nukleerî yên Îranê bike, lê Tehran dikare bi dayîna tawîzên zêdetir di dan û standinên bi Washingtonê re xwe ji pevçûnê dûr bixe.
Dema ji Trump hat pirsîn ka gelo Îsraîl dê êrişî Îranê bike, Trump ji rojnamegeran re wiha got:
Baş e, naxwazim bêjim ku nêzîk e lê wisa dixuye ku ew tiştek e ku pir mimkun e çêbibe."
Lêbelê, Trump bangî Îsraîlê kir ku êrişî Îranê neke, û dibêje ku li ser bernameya nukleerî ya Tehranê peymanek nêzîk e.
Trump ji rojnamegeran re got, “Em gelekî nêzîkî peymaneke pir baş in,” û derbarê Îsraîlê de got, “Ez naxwazim ew bikevin nav, ji ber ku li gorî min ew ê her tiştî têk bibe.”
Li aliyê din Trump tekez kir ku ew ê hîn jî peymaneke dîplomatîk tercîh bike, ya ku nûnerê wî yê taybet ê Rojhilata Navîn Steve Witkoff hewl dide danûstandinan bi ser bikeve.
Trump got, "Ez peymanekê pir tercîh dikim, û heta ku ez bawer im peymanek mimkun e, ez naxwazim (Îsraîl) bikeve nav, ji ber ku ez difikirim ku ew ê wê têk bibe. Bi rastî, dibe ku alîkariya wê bike, lê herwiha dikare wê têk bibe jî.”
Donald Trump bangî Îranê kir û got, “Divê Îran hinekî tundtir danûstandinê bike, yanî divê ew tiştekî bidin me ku niha ne amade ne bidin me.”
Serokê Amerîkayê her wiha got, “Binêre, ev pir hêsan e, ne aloz e. Nabe ku Îran bibe xwedî çeka navokî. Ji bilî vê, ez dixwazim ew serkeftî bin.
Ez dixwazim ew pir mezin bibin. Em dê alîkariya wan bikin ku serkeftî bin. Em dê bi wan re bazirganiyê bikin. Em dê her tiştê ku pêwîst be, bikin.”