Biryara Îranê bu sedema bertekên Amerîka, Brîtanya, Fransa û Almanyayê

Hewlêr (Rûdaw) - Îranê, biryara ku di Lijneya Birêvebir a Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) de bi pêşengiya Amerîka, Brîtanya, Fransa û Almanyayê hatibû dayîn protesto kir û ragihand ku ew dê gavên girîng ên nukleerî bavêje.

Li gorî daxuyaniya hevpar a ku di televîzyona dewletê ya Îranê de hat weşandin, hat diyarkirin ku "li cihekî ewle navendeke nû ya dewlemendkirina uranyumê" dê bê avakirin û sentrîfujên nifşê kevin ên li saziya Fordoyê dê bi sentrîfujên nifşê şeşem ên pêşketîtir werin guhertin.

Di pakêta Îranê de çi heye?

Li gorî daxuyaniya hevpar a Wezareta Karên Derve û Saziya Enerjiya Atomî ya Îranê, biryara ku di Lijneya Birêvebir a IAEAyê de hatiye dayîn, wekî "ji aliyê teknîkî û hiqûqî ve bêbingeh" hat binavkirin.

Rayedarên Îranê îdia kir ku lijne "wekî amûreke li ser bingeha armancên siyasî" tê bikaranîn.

Wekî bersiv ji bo vê bipêşketinê, bi fermana Serokê Saziya Enerjiya Atomî ya Îranê Mihemed Îslamî, dê ev gav bên avêtin:

“Avakirina saziya sêyem a dewlemendkirina uranyumê li cihekî ewle, guhertina sentrîfujên kevin ên li saziya Fordoyê bi sentrîfujên nifşê şeşem ên ku dê uranyumê zûtir dewlemend bikin û ragihandina tedbîrên zêde di demeke paşê de.”

Îslamî got, "Wekî bersiv ji bo vê çalakiya nehiqûqî, siyasî û tund a aliyê din, Îran dê bi alîkariya Xwedê saziya sêyem a dewlemendkirinê bixe fealiyetê."

Berteka Fransayê

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Fransayê Christophe Lemoine, bertekeke tund nîşanî daxuyaniyên Îranê da.

Lemoine di civîna çapemeniyê ya heftane de axivî û diyar kir ku ew planên saziya nû ya dewlemendkirinê "bi nîgeranî pêşwazî dikin û şermezar dikin."

Lemoine bangî birêvebiriya Tehranê kir ku dev ji van pêngavên ku ragihandine berde û vegere ser maseya danûstandinan û wiha pê de çû:

"Ev nîşaneya wê yekê ye ku Îran bi zanebûn zêdekirina aloziya li ser mijara nukleerî didomîne."

Aloziya zêde û fikarên navneteweyî

Planên Îranê yên ji bo bicihkirina zêdetirî 6,000 sentrîfujên din li saziyên dewlemendkirinê, di nava civaka navneteweyî de dibin sedema nîgeraniyan.

Li gorî raporên IAEAyê, Îran mehane nêzîkî 9 kîlogram uranyuma ku di asta ji sedî 60 de hatiye dewlemendkirin, hildiberîne.

Ev ast, nêzîkî asta ji sedî 90 a ku ji bo çêkirina çekan tê bikaranîn, tê hesibandin.

Ev yek, xeleka dawî ya aloziya ku piştî vekişîna Amerîkayê di sala 2018an de ji peymana nukleerî ya Îranê ya ku di sala 2015an de hatibû îmzekirin, pêk tîne.

Ev gavên Îranê di serî de  Amerîka, Brîtanya, Fransa û Almanya fikarên ewlehiyê yên herêmî û gerdûnî zêde dikin û di heman demê de li pêşiya hewldanên ji bo çareseriyeke dîplomatîk astengiyên nû ava dikin.