NY deng li ser gihandina alîkariyên mirovahî ji bo Sûriyê dide
Hewlêr (Rûdaw)- Hinek dîplomatên welatên rojava li Encûmena Ewlekariya Navdewletî aşkere kirin ku roja Duşemê, wê Encûmen deng li ser proje-yasaya gihandina alîkariyên mirovahî bi awayekî azad ji bo deverên di bin kontrola opozîsyona Sûriyê de bide.
Ajansa Reuters ji heman dîplomatan veguhest ku li gor proje-yasayê alîkariyên mirovahî wê di çar deriyên sînorî re yên di bin kontrola hêzên opozîsyonê de û bêyî erêkirina hikûmeta Sûriyê derbasî nav xaka Sûriyê bibin.
Balyozê Usturaliya, Gary Kwînlan li ser Twitterê nivîsandiye ku proje-yasaya ku welatê wî ligel Luksemburg û Urdinê amade kiriye li ser endamên Encûmenê hatiye belavkirin û tê çaverêkirin ku roja duşemê bikeve ber dengdanê.
Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî, pêwîstiya 10 melyon û 800 hezar kes li Sûriyê, ku 4 melyon û 700 hezar ji wan di herêmên asê de ne, bi alîkariyên mirovahî heye.
Li gor heman dîplomatan yek ji xalên nakokiyê bi Rûsya û Çînê re ew e ku proje-yasa gefa tevdîrên zêdebar li dijî aliyên ku vê biryarê yan jî biryara hejmar 2139 asteng bikin dixwe.