Li Finlandayê pîlotekî kurd jiyana xwe ji dest da

Finlanda (Rûdaw) – Li Finlandayê, pîlotekî kurd ê Rojhilatê Kurdistanê di meşqa balafirvaniyê de jiyana xwe ji dest da.

Xortê bi navê Amanc Palanî, ku di beşa pîlotiyê (balafirvanî) ya zanîngeha bajarê Turkuya yê Finlanda de mijûlî xwendinê bû, duh danê êvarê û di dema meşq û rahênanê de balafira wî rastî arîşeya teknîkî hat û ket erdê.

Di bûyerê de Amanc Palanî bi giranî birîndar bû û dema rakirin nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

Amanc Palanî, li bajarê Serpêl Zehawê yê girêdayî parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bibû û temenî wê 26 sal bû.

Amanc, rojekî beriya ku bimire bawernameya xwe wergirtibû û dersa xwe xilas kiribû.

Malbata Amanc tevlî bi dehan malbatên din ên Rojhilatê Kurdistanê ji ber nîrê şoreşa îslamî ya Îranê ji welatê xwe reviyabûn û berê xwe dabûn kampa Eltaş a bajarê Romadî yê Iraqê û ji wir jî derbasî Finlanda bibûn û wek penaber hatibûn wergirtin.