Şaredara Parîsê Hidalgo ji bo serokkomariyê bû berbijêr

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredara Parîsê Anne Hidalgo, ji bo hilbijartina serokkomariya Fransayê ya sala 2022an bû berbijêr. Endama Partiya Sosyalîst Hidalgo, tê çaverêkirin bibe hevrika Macron ê ku hîn bi fermî berbijêriya xwe bi fermî eşkere nekiriye.

Anne Hidalgo li bajarê Rouen a Fransayê berbijêriya xwe bi gotinên “da ku pêşerojek ji bo hemû zarokên me pêşkêş bikin” ragihand.

Hidalgo di axavtina xwe de Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron rexne kir û got “Serdema Serokkomariya pênc-salî ya ku diviyabû me bike yek me ji her demê zêdetir dabeş kir.

Dihat çaverêkêrin ku pirsgirêkên civakî çareser bike lê xirabtir kir. Li bendê bûn ku rûyê erdê biparêze lê pişta xwe da ekolojiyê.”

Hidalgo diyar kir ku pergala qeyranên avhewa û tenduristiyê lawaz kir, û got divê destpêkek nû were kirin.

Anne Hidalgo, ku bi eslê xwe Îspanî ye, di axaftina xwe de tekez kir ku divê hemû zarokên li Fransayê xwediyê heman şansê bin ku ji wî re hatine pêşkêş kirin.

Li paşperdeyên Parîsê, ev demek dirêje tê gotin ku Hidalgo dê li Fransayê di sala 2022an de di mijarên aborî û birêvebirna pandemiyê de wekî berbijêra eniya çep bi Macron re bikeve hevrikiyê

Hidalgo, ku di hilbijartinên 2014 an de li Fransayê bi ser ket û bû yekem şaredara jin a Şaredariya Parîsê, wek îhtîmalek biçûk tê dîtin ku di hilbijartinan de piştgiriyek berfireh werbigire. Rapirsiyên raya giştî diyar dikin dibe ku Hidalgo ji sedî 9ê dengan werbigire.

Herwiha, analîstên siyasî dibêjin ku dê ji Hidalgo re zehmet be ku çepên dabeşbûyî bike yek.