Lehiyê 30 milyar dolar zirar gihandiye Pakistanê
Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên hikûmeta Pakistanê, zerarên aborî yên lehiyê nêzîkî 30 milyar dolar e, ku dike nêzîkî %10ê temamê berhemên navxweyî yê wî welatî
Di meha bihorî de pêleke barîna baranê li Pakistanê destpê kir ku çend rojan berdewam kir û bû sedema lehiyên bihêz li gelek herêmên wî welatî.
Bi sedema lehiyên li Pakistanê zêdetir ji 1200 kesan canê xwe ji dest dan û bi deh hezaran mal û avahî yan hilweşiyan yan zirar dîtin.
Hikûmeta Pakistanê ragihand, ku ji ber lehiyê 1/3 axa welat ketiyê bin avê, ji ber wê rewşê jî hikûmetê rewşa awarte ragihand.
Lehiyên wê dawiyê yên li Pakistanê bandor li jiyana zêdetir ji 30 milyon kesî kiriye.
Nîhalxan Pawarî yek ji wan kesên mexdûr e ku li navçeya Dadwî ya ser bi parêzgeha Sindhi ya Pakistanê dijî û piştî lehiyê ligel zarokên xwe mijûlî çêkirina xaniyekî ji kerpîçan e.
Nîhalxan Pawarî dibêje, “Piştî lehiyê xaniyê me bi temamî hilweşiya. Zarokên min dibêjin; `bavo xaniyekî çê bike.` Lê çawa çê bikim? Ji hikûmetê ti kesek nehatiye rewşa me bibîne. Nizanim çi bikim, çawa pere kom bikim?”
Li gor amarên hikûmeta Pakistanê, zerarên aborî yên lehiyê nêzîkî 30 milyar dolar e, ku dike nêzîkî %10ê temamê berhemên navxweyî yê wî welatî.
Ji ber lehiyê milyonek û sed hezar xanî hilweşiyan. Zêdetir ji 8 milyon hektar erdên çandiniyê û 6 hezar û 500 kîlometre rê û ban ji nav çûne.
Bandora lehiyê li her derê tê dîtin.
Mihemed Pare, zirarmendekî din ê lehiyê dibêje, “Xaniyê min noqî bû, tiştek nema. Xwedê alîkar e, nikarin tiştekî bêjin. Zarokên min çûne û birayê min ê biçûk birîndar e. Hemû kelûpelên me yên malê bi ber avê çûn. Diviyabû yan me xwe rizgar bikira yan jî mulkên xwe.”
Ji ber zirarên zêde yên lehiyê, gelek welatên cîhanê û saziyên navdewletî alîkarî dane Pakistanê.
Heta niha Çînê 57 milyon dolar alîkarî daye Pakistanê, Amerîkayê 30 milyon dolar Brîtanyayê jî soza pêşkêşkrina 17 milyon dolar alîkarî daye Pakistanê.
Rêxistina Neteweyên Yekbûyî 3,5 milyon dolar û Rêxistina UNICEF a ser bi Netewên Yekbûyî ve jî 2 milyon dolar alîkarî dane Pakistanê.