Stephan Keller: Li Dusseldorfê mirovên ji zêdetirî 180 welatan bi hev re dijîn

Serokê Şaredariya Dusseldorfê Dr. Stephan Keller got, "Divê em ava bikin, ava bikin û ava bikin."

Ev gotinên Stephan Keller ên bi israr qala plana ji bo çareserkirina krîza xaniyan dike.

Li bajarekî ku mirovên ji zêdetirî 180 welatan lê dijîn û pirsgirêkên wekî trafîk û guherîna avhewayê di rojevê de ne, birêvebirin ne karekî hêsan e.

Serokê Şaredariya Dusseldorfê Dr. Stephan Keller ku ji sala 2020an ve vî bajarê mezin ê Almanyayê birêve dibe, niha bi armancên mezin careke din xwe ji bo hilbijartinan amade dike.

Armanca wî ya sereke ew e ku heta sala 2035an Dusseldorfê bike bajarekî ku bandora wî li ser guherîna avhewayê nemîne û heta sala 2030î jî 8 hezar xaniyên nû yên bi bihayê guncaw ava bike.

Di demeke ku hilbijartinên şaredariyan nêzîk dibin de Serokê Şaredariya Dusseldorfê Dr. Stephan Keller derbarê van projeyan û paşeroja bajêr ji Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê re axivî.

Keller di hevpeyvînê de her wiha behsa planên xwe yên ji bo bihêzkirina veguhastina giştî, zêdekirina rêyên bisîkletan û xurtkirina diyaloga bi welatiyan re jî kir.

Hevpeyvîna Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê ya bi Serokê Şaredariya Dusseldorfê Dr. Stephan Keller re:

Rûdaw: Birêz Dr. Keller, spas ji bo vê derfetê. Hûn li vir behsa slogana "Yekbûna Gel, Avakirina Paşerojê" dikin. Hûn çawa dixwazin vê yekê bikin?

Stephan Keller: Em dixwazin siyaseteke baş ji bo Dusseldorfê bikin. Dusseldorf bajarek e ku mirovên ji zêdetirî 180 welatan tê de bi hev re dijîn û divê mirov civaka bajêr bi hev ve girêdayî bihêle. Li vî bajarî potansiyeleke mezin heye û ez dixwazim wê bi kar bînim û bi hev re ligel welatiyan vî bajarî pêş bixim. Ji ber vê yekê, bo nimûne, ez îro li vir im û bi gelek kesan re dipeyivim. Ev ji bo min girîng e.

Rûdaw: Hûn kîjan projeyan pêk tînin da ku Dusseldorf heta sala 2035an bibe bajarekî bêalî li hemberî avhewayê?

Stephan Keller: Di warê bêbandorkirina guherîna keşûhewayê de gelek planên me hene. Bo nimûne, me ji xwe re kiriye armanc ku em panelên enerjiya rojê li ser hemû banên avahiyên şaredariyê deynin. Em di berfirehkirina binesaziya şarjkirinê ya e-mobîlîteyê de gelekî pêşketî ne. Em herwiha dixwazin wesayîtên kompanyaya xwe ya veguhestinê jî veguherînin e-mobîlîteyê. Di salên dawî de, me her sal 60 milyon euro ji bo fînansekirina projeyên parastina keşûhewayê veqetandiye. Em dixwazin heta sala 2035an bibin bajarekî ku bandora wî li ser guherîna keşûhewayê nemîne. Ev deh salan ji armanca ku hikûmeta federal ji bo Almanyayê daniye, zûtir e. Ev armanceke mezin e û em di vî warî de ligel sektora aborî jî dixebitin. Bo nimûne, me Peymaneke Keşûhewayê girê daye ku heta niha zêdetirî 100 kompanî tê de beşdar bûne û bi hev re li çareseriyên baş ji bo parastina keşûhewayê digerin.

Rûdaw: Hûn çawa dixwazin ji aliyekî ve trafîkê kêm bikin û ji aliyê din ve Dusseldorfê bikin bajarekî dostê bisîkletan?

Stephan Keller: Di warê veguhastinê de divê em sê tiştan bikin. Divê em veguhastina giştî (ÖPNV) bihêz bikin. Divê em rêyên bisîkletan berfireh bikin, ji ber ku bisîklet amûreke veguhastinê ya dostê jîngehê ye. Herwiha divê em çûnûhatina li ser rêyan bi awayekî bibandortir rêk bixin. Em nikarin êdî rêyên nû çêbikin, lê em dikarin teknolojiya herî modern a weke zîrekiya çêkirî bi kar bînin. Bi vî awayî, em dikarin bi rêya kontrola dîjîtal a trafîkê, binesaziya xwe bi awayê herî baş bi kar bînin û ev yek dê herikîna trafîkê baştir bike û qerebalixiyê kêm bike.

Rûdaw: Yek ji pirsgirêkên girîng ên piraniya bajarên mezin xanî ye. Hûn çawa dixwazin xaniyên bi kirêya guncaw ava bikin?

Stephan Keller: Planeke min a gelekî baş heye. Înîsiyatîfa me ya Avakirina Xaniyan heye. Bi vê yekê em dixwazin heta sala 2030î, 8 hezar xaniyên nû li Dusseldorfê ava bikin û em ê xwe bigihînin vê hejmarê. Tenê doh min kevirê bingehîn ji bo 360 xaniyên nû danî ku zêdetirî nîvê wan bi bihayekî guncaw in. Divê em ava bikin, ava bikin û ava bikin da ku mirov li bajarê me derfetên zêdetir bibînin.

Rûdaw: Baş e, hûn çawa dixwazin diyaloga rasterast bi şêniyên Dusseldorfê re xurt bikin?

Stephan Keller: Ji bo vê yekê formatên me yên cuda hene. Ez carnan ji bo du-sê saetan diçim cihekî giştî, da ku her kes karibe were û pirsên xwe ji min bike. Bêguman, formatên me yên danûstandina dîjîtal bi rêya medyaya civakî hene. Em ji bo hemû projeyên mezin civînên welatiyan û panelên nîqaşê organîze dikin û bi vî awayî ez bi berdewamî ligel welatiyan di nava pêwendiyê de me.

Rûdaw: Pirsa min a dawî, hûn ji sala 2020an ve Şaredarê Dusseldorfê ne, çima hûn bawer dikin ku hûn ê dîsa di hilbijartinê de bi ser bikevin?

Stephan Keller: Ez bawer dikim ji ber ku konseptên me yên pir baş ji bo 5 salên bê hene. Me di pênc salên borî de baş kar kiriye û baweriya mirovan bi dest xistiye. Ev yek ligel nêrîneke baş a ji bo paşerojê û ramanên baş dibe sedem ku ez bawer bikim ez ê careke din werim hilbijartin.

Rûdaw: Birêz Dr. Stephan Keller, ez ji we re serkeftinê dixwazim, spas ji bo dema we.