Wezîr bi hişê çêkirî hat çêkirin: Diella dê bi gendeliyê re têbikoşê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Arnawidistanê Edi Rama ragihand ku ew wekî welatê yekem ê cîhanê, dê wezîreke hikûmetê ji hişê çêkirî çêbikin ku çavdêriya îhaleyên hikûmetê bike û şerê gendeliyê bike.

Edi Rama diyar kir ku wezîra nû ya hişê çêkirî dê di pêşkêşkirin û ragihandina îhaleyan de gendeliyê ji holê rake.

Partiya Sosyalîst a bi serokatiya Edi Rama Gulana îsal di hilbijartinên parlamentoyê de serkeftineke mezin bi dest xistibû.

Edi Rama roja pêncşemê bi partiya xwe re civiya da ku kabîneya xwe ya nû pêşkêş bike.

Rama endameke nû ya bi navê "Diella" pêşkêş kir ku di zimanê Albanî de tê wateya rojê.

Serokwezîrê Arnawidistanê Edi Rama got:

"Diella endama yekem a hikûmetê ye ku ne bi awayekî fîzîkî lê ji aliyê hişê çêkirî ve hatiye avakirin."

Hemû îhaleyên hikûmetê dê ji aliyê wezîra çêkirî ve werin birêvebirin.

Edi Rama li ser biryarê da zanîn:

"Ji bo ku ji sedî 100 gendelî nemîne û ew pereyê giştî yê ku ji bo îhaleyên tê terxankirin bi temamî zelal be."

Diella Kanûna Paşîn a îsal wekî alîkareke xeyalî ya ji hişê çêkirî hatibû ragihandin.

Diella di şiklê jineke ku cilên resen ên Arnawidistanê li xwe kirine de ye.

Erkê wê ew e ku alîkariya xelkê bike da ku platforma elektronîkî ya e-Albania bi kar bînin ku belge û xizmetguzariyên hikûmetê tê de hene.

Li gorî amarên fermî, heta niha platformê 36 hezar û 600 belgeyên hikûmetê ji bo welatiyan derxistine û nêzîkî hezar cure kar û barên fermî bi rêya wê tên kirin.

Edi Rama cara çaremîn e dibe serokwezîrê Arnawidistanê.

Tê payîn ku di çend rojên pêş de kabîneya xwe pêşkêşî parlamentoyê bike.

Têkoşîn û nehîştina gendeliyê ya di nava hikûmetê de yek ji mercên endamtiya Arnawidistanê ya Yekîtiya Ewropayê ye.

Rama dixwaze welatê xwe yê ku xwedî 2,8 milyon niştecih e, heta sala 2030î bike endamê Yekîtiya Ewropayê.