Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Chuck Hagel ragihand, zêdebarî êrişên hewayî dîsa jî rewşa bajarê Kobanî “xeter e”. Saziya Çavdêra Mafên Mirov li Sûriyê jî ragihand, heta niha di şerê Kobanî de 298 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Şerê Kobanî û dorpêça wê devera Rojavayê Kurdistanê ji aliyê DAIŞê ve ket roja 27an. Ji aliyekî çekdarên DAIŞê bi hemû cure çekên giran dixwazin bajêr bigirin li aliyê din jî şervanên kurd bi çekên mîna doşka, RPG, BKC û klaşînkofê berxwedanê dikin.
Her çiqas li ser rewşa Kobanî agahiyên zelal tinebin jî lê tê gotin çekdarên DAIŞê %30 ji bajêr girtine û beşên din ên bajêr jî di destê şervanên YPGê de ne.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Chuck Hagel li ser rewşa Kobanî got, her çiqas êrişên hewayî li Kobanî tên kirin lê rewşa bajêr heta niha jî xeternak e.
Chuck Hagel da zanîn ku bi rayedarên Tirkiyeyê re li ser rewşa Kobanî û Sûriyê hevdîtin dikin û got, ez ti agahiyekî li ser naveroka wan hevdîtinan nadim. Emê li bendê bin ka Enqere çi biryarekî bide.
Saziya Çavdêra Mafên Mirov li Sûriyê ku navenda wê li Brîtanyayê ye, ragihand ku ji destpêka şerê Kobanî ve heta niha 553 kes hatine kuştin ku 298 jê çekdarên DAIŞê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse