Şingal (Rûdaw) – Operasyona rizgarkirina Şingalê di medyaya cîhanê de deng veda. BBC dibêje, operasyona Şingalê ji aliyê Barzanî ve tê kordînekirin.
Îro saet 07:00 operasyona rizgarkirina Şingalê ji destê DAIŞê, ji aliyê hêzên Pêşmerge ve û bi alîkariya hêzên hevpeyman dest pê kir.
Operasyona Şingalê di demek kurt de bû manşêta medyaya cîhanî.
Tora medyayî ya BBC bi vê manşêtê behsa operasyona Şingalê kiriye: “Kurdên Iraqê dest bi operasyona rizgarkirina Şingalê kirin!”
Di nûçeyê de hatiye gotin ku di operasyonê de 7500 Pêşmerge beşdar bûne û operasyon ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve tê kordînekirin.
Malpera Radîkal a Tirkî jî behsa operasyona Şingalê kiriye û gotiye, di operasyona Şingalê de 7500 Pêşmerge beşdar bûne.
Li gorî Radîkalê, Pêşmerge ji sê aliyan ve êrişî DAIŞê dikin.
Malpera New York Timesê jî behsa operasyonê kiriye û gotiye, girtina Şingalê tê wateya qutkirina demarê alîkariyên DAIŞê.
New York Timesê her wiha diyar kiriye ku Pêşmerge di şerê Şingalê de çekên giran bikar tîne û bi alîkariya hêzên êzîdî û balafirên şer, çeperên DAIŞê dikin armanc.
Ajansa Resutersê jî bi vê manşêtê cih daye şerê Şingalê: “Şerê gîrobûyî yê kontrolkirina Şingalê dest pê kir!”
Reuters jî mîna New York Timesê dibêje, dema Şingal were standin wê demê dê rêya gihîştina alîkariyan bo DAIŞê were girtin.
Televîzyon û malpera CNN jî di bulten û portal xwe de cihekî berfireh daye şerê Şingalê û berdewam agahiyên nû li ser belav dike.
CNN eşkere kiriye ku 3 hezar çekdarên xwekuj ên DAIŞê li nav Şingalê de hene û xwe ji bo şerê Pêşmerge amade kirine.
Malpera Wall Street Journal jî behsa operasyona Şingalê kiriye û ragihandiye, Pêşmerge dixwazin rêya gihîştina çek û alîkariyan bo DAIŞê qut bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse