Neteweyên Yekbûyî: Divê pêvajoya avakirina hikûmeta Îraqê aştiyane be

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres derbarê hilbijartinên parlamentoya Îraqê bang kir ku hikûmet di demeke guncav de û bi aştiyane were avakirin.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric derbarê hilbijartinên parlamentoya Îraqê daxuyaniyek da û diyar kir ku hilbijartin bi aramî hat kirin.

Stephane Dujarric got, "Sekreterê Giştî bi boneya lidarxistina hilbijartinên parlamentoya Îraqê, gelê Îraqê û Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ji ber hewldanên wan ên ji bo amadekarî û birêvebirina bibandor a hilbijartinan pîroz dike."

Li gorî gotina Stephane Dujarric, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bawer dike ku aliyên siyasî heta ku encam bên eşkerekirin dê ruhê aştî û rêzgirtina ji pêvajoya hilbijartinê re biparêzin.

Antonio Guterres bal kişand li ser girîngiya pêvajoya avakirina hikûmetekê û hêvî kir ku îradeya gelê Îraqê nîşan bide, armancên aramî û geşbûnê pêk bîne û ev pêvajo di demeke guncav de û bi aştiyane be.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Sekreterê Giştî pêbendiya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo piştgirîkirina Îraqê ducare kiriye.

Her wiha hat diyarkirin ku bi nêzîkbûna dawiya dema erkê Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya Îraqê (UNAMI) re, Sekreterê Giştî ji bo hevkariya wê ya demdirêj a bi saziyên hilbijartî yên Îraqê re spasiya Mîsyonê kiriye û bal kişandiye ser wê yekê ku alîkariya hilbijartinê ya UNAMIyê ya ku zêdetirî du salan ajotibû, bi dawî bûye.

Rêjeya beşdariyê ji sedî 55 derbas kir

Doh hilbijartina parlamentoya Îraqê hat kirin.

Li gorî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê, di hilbijartinan de ji zêdetirî 21 milyon dengderan, 12 milyon kesan dengê xwe daye.

Hat diyarkirin ku rêjeya beşdariyê ji sedî 55 derbas kiriye.