Ocalan destegulek bi navê “Kurdistan”ê şand merasima şîna Mandela
Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, Rêberê PKKê Abdullah ku di Girtîgeha Îmraliyê ya Tirkiyê de ye, jibilî peyama sersaxiyê destgulek jî şandiye merasima şîna rêberê Afrîqaya Başûr Nelson Mandela û li ser destgulê “A. Ocalan-Kurdistan” hatiye nivîsandin.
Nelson Mandela ku şeva 5ê Kanûna 2013an di temenê 95 salî de jiyana xwe ji dest da, dê bi merasimeke mezin û dîrokî û roja 15ê Kanûnê were veşartin.
Pêr (10.12.2013) li bajarê Pretoria yê Afrîqaya Başûr merasimek fermî û bi beşdariya rayedar û serokên 90 welatên cîhanê bo bîranîna Mandela hat lidarxistin û duh jî cenazeyê Mandela bo dîtinê ji raya giştî re hat vekirin.
Ji aliyekî din, rojnamevana îranî-amerîkî ya bi navê Kirîstiyan Emanpûr li ser rûpela xwe ya facebookê wêneyek parve kir ku nîşan dide Ocalan jî destegulek ji bo merasima şîna Nelson Mandela şandiye û li ser jî wiha hatiye nivîsandin: “A. Ocalan-Kurdistan”.
Emanpûr li ser wêneyê jî wiha nivîsand: “Li pişt mîlên zîndanê Mandela bibîr anî. Min ev destegula rêberê kurd Abdullah Ocalan a ku bo merasimê şandibû, dît.”
Ocalan bi rêya şanda BDP û HDPê peyamek bo wefata Mandela şandibû û tê de xemgîniya xwe ji ber mirina wî anîbû ziman û gotibû, eger ew nehatiba girtin dê serdana Mandela bikira.
Ocalan her wiha Mandela wek “stêrka geş” a Afrîqaya Başûr bi nav kiribû û diyar kiribû ku divê em hewl bidin ew stêrk li Rojhilata Navîn jî ronahiyê bide.