Serokê Şepêla Azadî li ser rewşa Rojava li gel berpirsên Amerîkî civiya

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şepêla Azadiya Kurdistanê li Washingtonê li gel endamên deska Sûriyê li Wezareta Derve ya Amerîkayê, Mîşel Swarêz Yamîn, David Fîşer û Lukas Kîn civiya.

Li gor daxuyaniyeke Şepêla Azadiya Kurdistanê, di wê kombûnê de Siyamend Haco û berpirsên Wezareta Derve ya Amerîkayê karûbarên komîteya nivîsandina destûra Sûriyê, proseya siyasî li wî welatî, danûstaninên li Cînevê, rêjeya kêm beşdarkirina Kurdan û pêkhateyên din ên li Sûriyê di wê komîteyê de, gotûbêj kirin.

Hatiye gotin ku Siyamend Haco daxwaz ji hikûmeta Amerîkayê kir ku piştevaniya bicihkirina mafên pêkhateyên Sûriyê di destûra nû de bike bo ku di pêşerojê de Sûriye bibe welatekî demokrat û federal û yasa tê de serwer be ku misogerkirina mafên hemû pêkhateyên Sûriyê di destûrê de be.

Serokê Şepêla Azadiya Kurdistanê herwiha daxwaz kir ku Amerîka û welatên zilhêz ên din roleke karîger bigirin bo pêkanîna bandorê li ser proseya siyasî ya Sûriyê û meydanê ji bo siyaseta Rûsya û Tirkiyê vala nekin, weke ku çawa li damezirandina komîteya nivîsandina destûra Sûriyê encam da.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, roja 11ê Berfanbarê, Siyamend Haco, beşdarî paneleke peymangeha Washingtonê bo lêkolînên siyasî bû û gotûbêjek li gel Patrîk Klawson, rêveberê peymangehê saz kir derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û binpêkirinên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên hevpeymanên wî welatî li Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrînê.

Hefteya derbasbûyî jî  Serokê Şepêla Azadiya Kurdistanê, li gel şandeke Wezareta Derve ya Fransa, Almanya, Brîtanya, nivîsîngeha Angela Merkelê kom bûbû.