Li Japonyayê erd hejiya: Hişyariya tsunamiyê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li bakurê Japonyayê erdhejeke bi hêza 6,7 pileyan rû da.

Ev erdhej 3 roj piştî erdheja bi hêza 7,5 pileyan a li heman herêmê çêbû.

Di erdheja berê de herî kêm 50 kes birîndar bûbûn.

Ajansa Keşnasiyê ya Japonyayê hişyariya tsunamiyê da û diyar kir, dibe ku pêlên bi bilindahiya metreyekê li beravên Pasîfîkê bixin.

Saziya weşanê ya fermî ragihand ku hejandin ji erdheja mezin a êvara Duşemê kêmtir bûye.

Di erdheja Duşemê de tişt ji refan ketibûn, rê xera bibûn, pencere şikestibûn û pêlên tsunamiyê yên heta 70 santîmetreyî çêbûbûn.

Rayedarên Birêvebiriya Nukleerî îro daxuyaniyek da û diyar kir ku li santralên nukleerî yên herêmê rewşeke neasayî nîne.