Australya keştiyeke cengê dişîne Tengava Hurmizê

Hewlêr (Rûdaw) - Îro Duşemê keştiyeke cengê ya Australyayê ji peravên rojavayê welat derket û ber bi Tengava Hurmizê ket rê bo parastina tevgera bazirganiyê li navçeyê. Fermandarên deryayî yên Australyayê çûn ser keştiyê, xatir ji kesûkarên xwe xwestin û ber bi Kendavê birê ketin.

Wezîra Berevaniyê ya Australyayê Linda Reynolds ji medyayê re axifî û got: “Kes nizane rojên pêş rewşa Kendavê ber bi ku ve diçe, eger heye grûp û çete êrîşî keştiya me bikin, dibe li navçeyê bazirganî bi maddeyên hişber bê kirin, eger jî heye kiryarên terorîstî bên kirin.‎"

Wezîra Berevaniyê ya Australyayê Linda Reynolds diyar kir, ku Tengava Hurmiz heta bibêjî bo Australyayê girîng e, beşeke zêde ya petrolê bi rêya Tengava Hurmizê bazirganî pê tê kirin.

Linda Reynolds wiha axivî: “Tengava Hurmiz bo Australyayê gelekî girîng e û di warê azadiya çûn û hatinê de Tengava Hurmiz girîngiyeke wê ya zêde ya aborî heye bo Australyayê. Beşeke zêde ya petrolê di tengavan re diherike. Tevgera keştiyên bazirganî li Tengava Hurmiz bi awayekî aştiyane û azad ne tenê bo Australyayê lê bo hemû cîhanê girîng e.”