Koşka Spî: Trump vebijarka êrişa asmanî ya li Îranê vekirî hiştiye
Hewlêr (Rûdaw) - Koşka Spî ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump hemû vebijarkan li hemberî Tehranê vekirî hiştine û "êrişa asmanî" jî yek ji wan e.
Berdevka Koşka Spî diyar kir ku armanca wan rawestandina kuştina xwenîşanderan a li kolanan e.
Berdevka Koşka Spî Caroline Leavitt doh daxuyaniyek da rojnamegeran.
Leavittê diyar kir ku Trump di vekirîhiştina vebijarkan de jêhatî ye û got:
"Xaleke ku Serok Trump tê de gelekî jêhatî ye ew e ku her dem hemû vebijarkan vekirî dihêle.
Êrişa asmanî jî dê yek ji wan gelek vebijarkan be ku li ber destê Fermandarê Giştî ne."
"Dîplomasî vebijarka yekem e"
Berdevka Koşka Spî tekez kir ku "dîplomasî her dem vebijarka yekem a serok e" û eşkere kir ku di dan û standinên taybet ên li gel Nûnerê Taybet ê Trump Steve Witkoff de, Îran xwedî "toneke gelekî cuda" ye.
Leavittê got, "Tişta ku hûn bi eşkereyî ji rejîma Îranê dibihîsin, gelekî ji wan peyamên ku bi dizî digihin îdareyê cuda ye.
Ez bawer dikim daxwaza serok heye ku wan peyaman bişopîne."
Kanaleke nû ya pêwendiyê
Beriya niha Wezareta Karên Derve ya Îranê piştrast kiribû ku di navbera Wezîrê Karên Derve Ebas Eraqçî û nûnerê taybet ê Trump de kanaleke pêwendiyê hatiye vekirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump roja yekşemê ragihandibû ku artêşa Amerîkayê "vebijarkên pir bihêz" gotûbêj dike.
Trump diyar kiribû ku "wiha xuya dike" Tehranê bi kuştina xwenîşanderan ew xeta sor a ku berê hatibû diyarkirin, derbas kiriye.
“Dibe ku em neçarî tevgerê bibin"
Trump her wiha gotibû serkirdeyên Îranê daxwaza civînê kiriye lê belê "dibe ku em neçar bibin beriya civînê dest bi liv û tevgerê bikin."
Caroline Leavittê derbarê rewşa navxweyî ya Îranê piştrast kir ku di xwenîşandanan de kuştin çêbûne û got:
"Bê guman Trump naxwaze mirov li kolanên Tehranê werin kuştin lê mixabin ev tiştek e ku em niha dibînin."