Fransa dixwaze pereyên Rifet Esed bide hikûmeta Şamê
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Navenda Sûriyeyî ya Medya û Azadiya Derbirînê Mazen Derwîş ragihand ku Hikûmeta Fransayê dixwaze 32 milyon euroyên ji sermayeya Rifet Esed radestî dewleta Sûriyeyê bike.
Li gorî daxuyaniya Mazen Derwîş, di navbera hikûmetên Sûriye û Fransayê de ji bo birêxistinkirina pêvajoya veguhestina pereyan protokolên fermî hatine amadekirin.
Aliyê Fransayê li benda wê yekê ye ku hikûmeta Sûriyeyê bi zelalî diyar bike bê ka ew pere dê di kîjan waran de werin xerckirin.
"Divê ji bo qurbaniyan were xerckirin"
Mazen Derwîş her wiha da zanîn ku divê ev pere tenê ji bo piştgiriya mekanîzmayên dadweriyê, lêgerîna li windayan û qerebûkirina qurbaniyan werin terxankirin.
Mazen Derwîş destnîşan kir ku di vê rêkeftinê de ti şert û mercên siyasî yên pêşwext ên Fransayê nînin û ev pêngav di çarçoveya serweriya Sûriyeyê de ye ku bi hêza qanûnê hatiye pesendkirin.
Divê were gotin ku Fransayê salên borî dest danîbû ser 80 milyon euroyên Rifet Esedê apê serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esed û ew li bankayan cemidandibûn.