Serokwezîrê Almanyayê: Rejîma Îranê rojên xwe yên dawî dijî

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz got, “Ez texmîn dikim ku em şahidiyê ji rojên dawî yên vê rejîmê re dikin."

Li gorî amarên dawî, di xwenîşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de hejmara kesên canê xwe ji dest daye 600 derbas kir.

Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz di çarçoveya ziyareta xwe ya bajarê Bengaluruyê yê Hindistanê de li ser rewşa Îranê axivî.

Li gorî nûçeyên medyaya Almanyayê û ajansên navneteweyî, Friedrich Merz bal kişand ser bikaranîna tundiyê ya ji aliyê desthilata Îranê ve.

"Rejîm bi awayekî fîzîkî qediyaye"

Merz got, "Eger rejîmek desthilata xwe tenê bi bikaranîna tundiyê biparêze, ew rejîm bi awayekî fîzîkî qediyaye.

Ez texmîn dikim ku em niha şahidiyê ji rojên dawî û hefteyên dawî yên vê rejîmê re dikin."

Merz her wiha tundiya li hemberî xwenîşandanan şermezar kir û got, "Xelk êdî li dijî vê rejîmê radibe."

Xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku zêdetirî du hefteyan e didomin, wekî rûbirûbûnên li hemberî birêvebiriya wî welatî yên heta niha yên herî mezin tên nirxandin.

Xwenîşandanên ku destpêkê ji ber rewşa xirab a aborî dest pê kiribûn, niha veguherîne daxwaza guhertina desthilatê.

Hejmara kuştiyan 648 e

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) ya ku navenda wê li Norwêcê ye, doh ragihand ku heta niha di xwenîşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de herî kêm 648 kesan canê xwe ji dest daye.

Li aliyê din, saziyên çavdêriya înternetê ragihand ku heta roja sêşemê qutbûna înternetê ya li seranserê Îranê 108 demjimêr derbas kirine.