Sîpan Ayo: Ez li mala Ebûbekir Bexdadî bûm

Hewlêr (Rûdaw) - Keçika Kurd a Êzidî Sîpan Ayoya ku sala 2014an li gundê Koçoyê ketibû destê DAIŞê û piştî 7 salan rizgar bûbû, li Berlîna paytexta Almanyayê çîroka xwe ya biêş ji Rûdawê re vegot.

Keça Kurd a Êzidî ji nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê re axivî.

Sîpanê diyar kir ku wê li Sûriyeyê di mala serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî de wekî "kole" hatiye dîlkirin û şahidiya hovîtiyên wî kiriye.

Keça Kurd a Êzidî li ser jiyana xwe ya di bin destê DAIŞê de got,"Ez 7 salan li Sûriyeyê di bin destê DAIŞê de mam. Pêşî ez di mala Alîkarê Ebûbekir Bexdadî de bûm.

Piştî ku ew di êrişeke asmanî de hat kuştin, jina Bexdadî ez birim mala xwe. Min li wir karên malê dikirin û min li zarokên wan dinêrî."

"Bexdadî keçikên 8-9 salî tacîz dikirin"

Sîpanê derbarê kesayetiya Ebûbekir Bexdadî de ev agahî dan:

"Ez dikarim bi tenê peyvekê bibêjim, Ebûbekir Bexdadî terorîst bû. Terorîst peyveke gelekî mezin e.

Ne dîn, ne wijdan û ne jî dilrehmî di dilê wî de hebû. Ew mirovekî gelekî xerab bû.

Wî keçikên Êzidî tacîz dikirin. Ne tenê ez, ez ji bo keçikên din jî ditirsiyam.

Hinek keçik gelekî biçûk bûn, 8-9 salî bûn, wî ew tacîz dikirin. Jina wî jî ji wî xerabtir bû."

Keça Kurd a Êzidî da zanîn ku ji ber ku agahiyên wê yên zêde li ser serkirdeyên DAIŞê hebûn, wan nedihişt ku ew ji malê derkeve.

Sîpanê di berdewamiyê jî de got,"Min defterek hebû û min navên kesên ku min didîtin tê de dinivîsandin.

Jina Bexdadî ew defter dît û wan ceza li min birî. Ez hefteyekê di girtîgeheke tarî de mam ku ne ronahî û ne jî xwarin hebû.

Piştî wê ez birim kampên jinan û xwestin min bifiroşin Libnanê. Di wê demê de teqînek çêbû û ez ji lingên xwe birîndar bûm.

Di dawiyê de malbateke xêrxwaz alîkariya min kir û ez gihiştim Îraqê."

"Ez ji bo Kurdên Sûriyeyê ditirsim"

Sîpana ku niha 26 salî ye û 4 sal in li Almanyayê dijî, li ser rûdanên dawî yên li Sûriye û Helebê jî dilgiraniyên xwe anîn zimên û got:

"Dema ez dîmenên Heleb û Rojavayê Kurdistanê dibînim, sala 2014an tê bîra min ku DAIŞê êrişî me kir û em hemû kuştin.

Ez dibêjim ev jenosîd e. Ez hêvî dikim ku ev karesat bi serê Kurdên Sûriyeyê de neyê.

Ez gelekî ditirsim, çimkî eger piştgirî nebe, dê dîsa jinan tacîz bikin û mêran bikujin."

Keça Kurd a Êzidî niha li Almanyayê perwerdeya xwe didome û di rêxistina Farida Globalê de dixebite.

Ew li ser dikê û di medyaya Almanyayê de hovîtiya DAIŞê vedibêje da ku cîhan vê karesatê ji bîr neke û sûcdar bên cezadan.

Sîpanê di berdewamiyê jî de got, "Jiyan li Almanyayê ji Îraqê gelekî baştir e.

Ez li vir dixwînim û li xwişk û birayên xwe dinêrim ku me dê û bavê xwe di destê DAIŞê de winda kirin."