Cenazeyê şervana Kurd ji avahiyê hatibû avêtin: Senatoya Amerîkayê bang kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Senatoya Amerîkayê Senator Jim Risch, kiryara li hemberî termê endameke Asayîşê ya li Helebê bi tundî şermezar kir.

Artêşa Ereban a Sûriyeyê û komên çekdar ên bi ser ve, piştî kontrolkirina taxên Kurdan ên Helebê, dest bi binpêkirinên giran kirine.

Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR), dîmenên şkencekirin û avêtina termê endama Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) Stêra Denîzê ya ji avahiyekê li Helebê xiste rojevê.

“Divê hikûmeta nû mafan biparêze”

Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Senatoya Amerîkayê Senator Jim Risch diyar kir ku ew ji ber van bûyeran "gelekî dilgiran" e û bangî birêvebiriya Sûriyeyê kir ku berpirsiyariya xwe bi cîh bîne.

Risch di daxuyaniya xwe de got, "Piştî şerê bi salan, erka hikûmeta nû û hêzên çekdar ên Sûriyeyê ne binpêkirina mafên welatiyan e, lê parastina wan mafan e.

Pêwîst e kesên ku ev kiryarên hovane kirine yekser hesab bidin."

"Avêtina termê jinekê ji avahiyê sûcê mirovahiyê ye"

Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) raportek li ser vîdeoya ku 10ê Kanûna Paşîn a 2026an li ser medyaya civakî belav bûbû û rastî bertekên tund hatibû amade kir.

SNHRyê di raporta xwe de diyar kir, "Ev kiryar binpêkirina giran a hiqûqa mirovî ya navneteweyî ye ku parastina rûmeta miriyan ferman dike.

Şêwandin an jî miamaleya biçûkxistinê ya li hemberî terman bi temamî qedexe ye."

Di raportê de hat destnîşankirin ku îdiayên wekî "sekvan" vê hovîtiyê rewa nake û hat gotin:

"Pêgeha wî kesî çi dibe bila bibe, bêrûmetkirina termê mirovekî di bin ti mercî de nayê qebûlkirin."

6 pêşniyarên SNHRyê ji bo hikûmeta Sûriyeyê

SNHRyê ji bo ku bûyerên wiha ducare nebin, bangî birêvebiriya Şamê kir ku van 6 gavan biavêje:

1.  Lêpirsîna serbixwe: Divê yekser lêpirsîneke cidî û serbixwe dest pê bike, guh li şahidan were girtin û delîl werin parastin.

2.  Ji kar dûrxistin û darizandin: Leşkerên di dîmenan de ne divê yekser ji kar werin dûrxistin û sewqî dadgehê werin kirin.

3.  Fermanên leşkerî: Divê ji hemû yekîneyan re fermanên leşkerî yên aşkere werin şandin ku her cure bêrûmetkirina terman qedexe ye.

4.  Perwerdeya mecbûrî: Divê ji hemû leşker û fermandaran re li ser hiqûqa mirovî ya navneteweyî û çawaniya nêzîkbûna li terman perwerde were dayîn.

5.  Mekanîzmaya kontrola navxwe: Pergaleke raportkirinê ya ku şahid lê tên parastin û sûcdar tên cezakirin were avakirin.

6.  Şefafiyet: Ji bo edalet pêk were divê encamên lêpirsînê bi awayekî şefaf bi raya giştî re werin parvekirin.

Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) bi bîr anî ku divê rûmeta mirovan piştî mirinê were parastin û ev bûyera li Helebê wekî ezmûneke mezin ji bo pêvajoya demokratîkbûna Sûriyeyê pênase kir.