Amerîka: Em ji rewşa Efrînê dilgiran in
Navenda Nûçeyan - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson dubare kir ku ew ji êrişên Tirkiyê yên bo ser Efrînê dilgiran in û got: “Em dê ji bo herêmên rizgarbûyî yên Sûriyê 200 milyon dolar alîkarî veqetînin.”
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson berî serdana Enqerê bike, li Kuwêtê di civîna Hevpeymaniya Dijî DAIŞê de derbarê rewşa Sûriye, Rojavayê Kurdistanê û êrişên Tirkiyê yên bo ser Efrînê de daxuyanî da.
Rex Tillerson di axaftina xwe de got: “Em fikarin Tirkiyê yên ewlehiyê fêm dikin, lê em ji ber rewşa dawî ya herêmê dilgiranîn.”
Tillerson tekez kir ku li herêmê bi dawîbûna operasyonên leşkerî nayê wateya ku DAIŞê bi temamî hatiye tinekirin û wiha axifî: “Heta niha ji sedî 98 xak ji destê DAIŞê hatiye derxistin. Amerîka dê ji bo herêmên rizgarbûyî yên Sûriyê 200 milyon dolar alîkarî bide.”
Biryar e Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson roja pençşemê bê serdana Tirkiyê bike û bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtinekê pêk bîne.