Koşka Spî: Biden dixwaze zîndana Guantanamo bigre
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Koşka Spî ragihand ku îdareya Biden binêt e zîndana nav binkeyê serbazî yê Guantanamoya Amerîkayê bigre.
Berdevka Koşka Spî Jen Psaki da zanîn ku îdareya Serokê Amerîkayê Joe Biden binêt e wê zîndana nav binkeyê serbazî yê Amerîkayê li Kendava Guantanamoyê bigre û her ji niha ve kar li ser dike. Psaki got, pêdiviya girtina zîndana Guantanamoyê bi hevkariya wezaret û ajansên din ên Amerîkayê heye, di nav de wezareta berevaniyê û derve jî.
Zîndana Kendava Guantanamoyê ji sala 2002an ve bi biryara îdareya Serokê Berê yê Amerîkayê George Bushê kur hat vekirin û taybet bû bi wan kesên ku li Afganîstan, Iraq û cihên din ên cîhanê ji aliyê Amerîkayê ve di çarçoveya şerê terorê de hatine girtin.
Di dema nêzîka 20 salên borî de raportên medyayî behsa çendîn binpêkirinên mafên mirov û êşkencekirina girtiyan bi destê serbazên Amerîkayê dikin. Di nav zîndana Guantanamoyê de nêzîkî 40 girtiyan hene ku 26 ji wan wek metirsîdar hatine binavkirin û vê jî mijara azadkirina wan hewqasî aloz kiriye ku zehmet be ew zîndan bê girtin.
Derbarê mijarê de Berdevka Koşka Spî ya Amerîkayê Jen Psaki wiha axivî: “Bêguman girtina zîndana Guantanamoyê armanc û xwesteka me ye. Lê îdareya Biden hê nû destpê kiriye û em dizanin jî ku ev proseyeke pêdivî bi hevkariya çendîn ajans û saziyan heye. Bo girtina zîndana Guantanamoyê pêwîst e çend polîtîkayek bên peyrewkirin û herdu wezaretên berevanî û derve yên Amerîkayê jî kar li ser bikin û derbarê wê de gotûbêjê bikin. Ev proseyeke giran e lê ligel hebûna xwesteka îdareya Biden û kesên hêja û bi şiyan, dikarin bighin armanca xwe.”