Li Moskowê ji bo ziyanmendên erdhejê alîkarî hat komkirin
Moskow (Rûdaw) - Li Mizgefta Mezin a Moskowa paytexta Rûsyayê ji bo kesên di erdhejê de ziyan dîtine alîkarî tên komkirin. Tevî misilmanan gelek kesên din ên wek mesîhî û bawermendên cûda jî piştgiriyê didin wê kampanyayê.
Mizgefta Mezin Moskowê bûye yek ji navendên komkirina alîkariya mirovî ji bo mexdûrên erdheja li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê û Sûriyê.
Serokê Rêxistina Zekatê Suleyman Kerimov got “Me, weke rêxistina xêrxwaziyê bi sosyal medya bangawazî kir. Her weha di nimêja îniyê de jî, ji mizgeftê bangawazî hat kirin. Em wan tiştan kom dikin ku ji balyozxaneyên Tirkiye û Sûrî ji me daxwaz kirine. Komkirina me dê 3-4 rojan berdewma bike.”
Şêniyên Moskowê kel û pelan ji bo alîkariyê hem bi otomobîl, hem jî bi desta ve tînin. Û yên alîkarî tînin, ne tenê mislimanin.
Şêniya Moskowê Darya dibêje “Dema erdhejê ez li Tirkiyê bûm. Gelek nas û hevalên me canê xwe jidest dane. Piştî ku ez vegeriyam Moskowê, min bîryar da ku ez kelûpelên pêwîst bo wan kesên ziyanmend bişînim.”
Karina keçeke rûs e û Ji roja destpêkirina komkirina alîkariya mirovî li Moskowê, bi xwebexşî hatiye vê mizgeftê. Karîna, karê jihevcudakirina kel û pelan û tomarkirina wan girtiye ser xwe.
Xwebexş Karîna anî ziman “Ez bixwe mesîhî me, ortodoks im. Lê bo min ev yek qet giring nîne. Ez dixwazim alîkarî bidim mirovan. Mixabin, ez tu car ne çûme Tirkiyeyê û Sûriyeyê. Ez hêvîdarim, her tiştê ku ji welatê me û ji welatên din tên şandin, di rewşeke weha giran de, dê bi kêrî mexdûran bên û wan germ bikin.”
Ji şêniyên Moskowê daxwaz tê kirin , ku tenê wan kelûpelan bînin, ku herî zêde pêwîstî bi wan hene. Yên mîna: Batenî, liheyf, balgî; kincên germ, pêlav û tiştn hijyeni yên ji bo zarokan; Termos, pergalên şarjê, û germkerên elektrîkê û yê din.