Mezlûm Ebdî û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî bi hev re li gel Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio civiyan.

Civîn îro li Almanyayê di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de hat lidarxistin.

Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê da zanîn ku di civînê de behsa rêkeftina navbera HSD û Şamê û rewşa giştî ya Sûriyeyê hatiye kirin.

Her wiha Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê amaje bi wê yekê kir ku Rubio û şandeya Sûriyeyê li ser avakirina Sûriyeyê û ewlehiya herêmê axivîne.