Konseya Ewlehiyê peymana HSD û Şamê gotûbêj dike
Hewlêr (Rûdaw) - Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî îro li ser Sûriyeyê dicive û mijara sereke rêkeftina dîrokî ya di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de ye.
Li gorî rêkeftina ku bi navbeynkariya Amerîkayê pêk hatiye, dê zimanê Kurdî bi fermî were naskirin û şervanên HSDyê qonax bi qonax tevlî saziyên dewletê bibin.
Piştî derxistina “Biryarnameya Jimare 13an” ku nasnameyê li Kurdan vedigerîne, Konseya Ewlehiyê îro dicive da ku pêngavên nû yên li Sûriyeyê binirxîne.
Di civînê de ji bilî entegrasyona HSDyê, veguhastina girtiyên DAIŞê ji bo Îraqê û rewşa mirovî ya li Kobaniyê jî di rojevê de ne.
Konseya Ewlehiyê rêkeftina HSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê gotûbêj dike
Alîkarê Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Kar û Barên Sûriyeyê Claudio Cordone û Alîkara Sekreterê Giştî ya Kar û Barên Mirovî Joyce Msuya dê raporên xwe pêşkêş bikin.
Mijareke sereke ya civînê, gotûbêjkirina li ser rêkeftina 30ê Kanûna Paşîn e ku bi navbeynkariya Amerîkayê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de hatiye îmzekirin.
Li gorî karnameya civînê, rêkeftin behsa tevlîbûna qonax bi qonax a hêzên HSDyê ya li nav saziyên dewletê dike.
Di beşeke din a civînê de rewşa mirovî tê gotûbêjkirin.
Neteweyên Yekbûyî hişyariyê dide ku hîn jî 142 hezar kes li Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyeyê koçber in.
Joyce Msuya balê dikişîne ser pêwîstiya gihandina alîkariyan bo wan herêmên ku rûbirûyê şer bûne, bi taybetî li Kobaniyê.
Di civînê de Nûnerê Brîtanyayê bi navê çend welatan daxuyaniyekê li ser rola jinan di pêvajoya siyasî û avadankirina Sûriyeyê de pêşkêş dike.
Di heman demê de, aloziyên Siwêdayê û nerazîbûnên Durziyan, li gel êrişên berdewam ên Îsraîlê yên li ser başûrê Sûriyeyê dê bibin mijareke din a civîna Konseya Ewlehiyê.