Senator Stutzman: Êrişên li ser Kurdan ez şaş kirim
Washington (Rûdaw) - Senatorê Amerîkayê Marlin A. Stutzman got, “Ez hîn jî li hemberî wan tiştên ku di 45 rojên borî de qewimîn û çima êrişî Kurdan hat kirin hinekî matmayî me.”
Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê dest pê kir û li gorî agahiyên Rûdawê, General Mezlûm Ebdî jî beşdarî konferansê dibe.
Senatorê Amerîkayê Marlin A. Stutzman ragihand ku hewl tê dayîn ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî vîze û pasaportê wergire.
“Ev hîn tenê destpêk e”
Senatorê Amerîkayê Marlin A. Stutzman li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û ev pêşhat wekî "nîşaneke erênî" bi nav kir û got:
"Li gorî agahiyên ku ji me re hatine, General Mezlûm û Şeybanî (Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê) dê bi hev re herin Konferansa Munîhê.
Em hêvîdar in ku ev destpêka tiştekî gelek erênî be. Ez hîn jî hinekî matmayî me li hemberî wan tiştên ku di 45 rojên borî de qewimîn û çima êrişî Kurdan hate kirin.
Lê niha ji nişka ve em careke din dibînin ku hewl tê dayîn ku piştrast bibe ku vîze û pasaporta Mezlûm hebe û bi Wezîrê Karên Derve re geştê bike.
Bi ya min, ev hemû nîşanên erênî ne lê belê ev hîn tenê destpêk e."