Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Qeterê civiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Munîhê bi Serokwezîrê Qeterê re civiya û ragihand, "Me ji bo çareserkirina astengiyên herêmî tekezî li ser giringiya diyalogê kir."
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Munîha Almanyayê bi Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî re civiya.
Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê civînê peyamek belav kir û got:
"Me ji bo çareserkirina astengiyên herêmî û bidestxistina aştiyeke mayînde, tekezî li ser giringiya diyalogê û nêzîkatiyeke li ser esasê prensîban û berpirsyariyê kir."
Pêşhatên dawî yên li herêmê hatin gotûbêjkirin
Serokatiya Herêma Kurdistanê jî derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de pêşhatên dawî yên siyasî û ewlehiyê yên herêmê û encamên aloziyan hatine gotûbêjkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin:
"Her du aliyan tekezî li ser giringiya parastina aramî û ewlehiya Rojhilata Navîn kir û ew li ser pêwîstiya hewldanên navneteweyî yên ji bo rêgirtina li berfirehbûna aloziyan hevfikir bûn."
Her wiha hat ragihandin ku di hevdîtinê de bîr û raman li ser rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê hatine guhertin û hevkariya hevbeş a ji bo rûbirûbûna astengiyên ewlehiyê û dabînkirina aştiya li herêmê wekî "pêwîst û girîng" hatiye dîtin.